'Ji bo em nebin qurbaniyên tundiyê em ê jin destên xwe bidin hev' 2020-11-30 15:06:31   HELEB - Bi armanca şermezarkirina tundiya ku li ser jinê tê kirin, Meclîsa Jina Sûriyeyê ya Bajarê Helebê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xist. Di çalakiyê de wiha hate gotin: ”Ji bo ku em jin nebin qurbaniyên tundiyê em ê destên xwe bidin hev û ji tundiyê re bêjin na.”   Meclîsa Jina Sûriyeyê ya Bajarê Helebê bi armanca rakirina tundiya ku li ser jinan tê meşandin û redkirina hemû cureyên tundiya ku li ser jinê tê kirin, çalakiyeke nerazîbûnê li dar xist. Çalakî li pêşiya navenda Meclîsa Jina Sûriyeyê bi beşdarbûna ji tevahî rêxistinên jinan, sazî û dezgehên jinan hate lidarxistin.  Jinan di çalakiyê de bertekên xwe li dijî tundiyê nîşan dan. Her wiha pankartên bi nivîsa ”Em qêrîna dengê jinan e”,” Laşê min yê min e”,  “Na ji tundiya li ser jinê re” di çalakiyê de hatin hildan.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo tevahî jinên ku di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane, dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Jina Sûrî Bêrîvan Horo axaftin kir.   Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de hemû jinên ku rastî tundiyê hatine bi bîr xist û ev tişt got: “Heta niha tundî li ser jinê dewam dike, jin bi hemû cureyên tundiyê re rû bi rû maye û êşa wê dikşîne. Pêwist e em jin têkoşîna xwe li dijî tundiyê xurt bikin û mafê xwe yê jiyanê biparêzin. Divê em perwerdekirina kesayetî ji xwe re esas bigirin û hêza xwe xurt bikin. Ji bo ku em nebin qurbaniyên tundiyê em ê destên xwe bidin hev û ji tundiyê re bêjin na.”    Çalakî bi dirûşma “Na ji tundiya li ser jinê re” bi dawî bû.