TJA: Ji bo tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin 2020-11-30 13:56:19   AMED -  Têkildarî grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehan hatine destpêkirin TJA'yê daxuyanî da. TJA'yê di daxuyaniyê de got:"Ji bo tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin."    Girtiyên di girtîgehan de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê kirin. Têkildarî mijarê Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyanî da.    Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Di heqîqeta Tevgera Azadiya Jinên kurd de, bi taybetî di heqîqeta berxwedana zindanan de, li dijî her cureyên dagirkerî, komkujiya çandî, zayendperestî, olperestî û milîtarîstî serî hatiye rakirin. Berxwedêrên zindanan ala azadiyê bilind kirine û çanda berxwedanê bi pêş xistine. Ji Sarayan, Leylayan û heta îro jî Çağlayan, Jinên Kurd ên têkoşer û azadîxwaz  pêşengtiya herî mezin û pîroz ji pêvajoyan re kirine.    Di keseyeta Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan de ev 21 sal e tecrîdeke giran li ser hemû dîlên azadiyê tê meşandin. Polîtikayên tecrîdkar ên AKP-MHP'ê di pêvajoya pandemîyê de zêdetir bûye. Bi vê bihaneyê jî helwest û binpêkirina mafê mirovan jî herî dijwar li ser dîlên azadiyê tê meşandin.    Aktivîsta me û di heman demê de jî parlamentera berê ya Amedê birêz Çağlar Demîrel û bi hezaran dîlên azadiyê di 27’ê Mijdarê de ji bo tecrîda giran a ku ev 21 sal in li ser Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan tê meşandin were rakirin û azad bibe dest bi grêva birçîbûnê kirine.   Her wekî ku tê zanîn Rêberê Gelan Birêz Abdullah Öcalan, di pêvajoya çareseriya aşîtî û demokrasiyê de berpirsiyariya herî mezin da ser milê xwe roleke mezin lîst û bû deng û hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê. Di vê wateyê de em wekî, çalakiyên grêva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya jinê dest pê kiriye silav dikin, bang li hemû kesayetên ku di pêvajoya çareseriya aşîtî û demokrasiyê de berpirsiyarî girtine ser xwe, di serî de jin, ciwan, sazî, rêxistinan û raya giştî dikin ku Ji bo tecrîd û çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin  û bi dîlên azadiyê re di nav hevkariyê de bin."