Meclisa Jinan a HDP'ê: Em ê li dijî zilma we serî netewînin 2020-11-30 13:08:12   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê derbarê serdegirtina hucreyên jinên siyasetmedar a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandraya Kocaeliyê daxuyanî da û got, "Em careke din dibêjin ku em ne li derve û ne jî li hundir li hember zilma we serî natewînin."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê Greva birçîbûnê ya li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku hat destpêkirin û piştî grevê serdegirtina li hucreyên siyasetmedarên jin a li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F ya Kandraya Kocaeliyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku bi sernavê "Li girtîgehan biserdegirtina qawîşan îşkenceye" û hat diyarkirin ku di vê pêvajoya ku şebo pandemiyê belav dibe de îqtîdara AKP-MHP'ê tundiya xwe ya li girtîgehan bê navber berdewam dikin.   Berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser grevên birçîbûnê û ev tişt hat gotin: "Pêr li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 1'ê ya Kandirayê avêtin ser koxûşa ku Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Gultan Kişanak, Çaglar Demîrel, Edîbe Şahîn, Aysel Tûglûk, Nûrhayat Altûn, Gulser Yildirim lê ne girtin. Hate ragihandin ku hinceta serdegirtinê biryara greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan e. Di serdegirtinê de not, parêzname, helbest û karên wêjeyî yên hevalên me, her wiha pênûs û pirtûkên wan hatin desteserkirin."   'Hewldanê we bê wate ne'   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di demekê de ku vîrûs ewqasî li girtîgehan belav bûye û hevdîtin nayên kirin, serdegirtinên bi vî rengî îşkence ye, zilm e û wiha  hate gotin, "Ev hewldanên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên ji bo tepisandina têkoşîna hevalên me yên girtî bê wate ne."   Em serî natewînin   Daxuyanî wiha hat berdewamkirin, "Em careke din dibêjin; ne li girtîgehan ne jî li derve em ê ti carî serî li ber zilma we netewînin. Her ku hûn êriş bikin em ê bêhtir xurt bibin û piştgiriya xwe mezin bikin."