'Keça min 7 rojan îşkence kirin' 2020-11-30 11:08:07   COLEMÊRG - Dayika Necla Atak a ku di Gîrtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kandraya Kocaeliyê de dimîne Emîne Atak, got, "Dîsa greva birçîbûnê hat destpêkirin, ez bang li dayikan dikim ku bên û em li dijî tundiya li ser zarokên xwe bibin yek."   Necla Atak a ji Gevera Colemêrgê di 17'ê Cotmeha 2017'an de li Qsera Mêrdînê hatibû binçavkirin û bi îdaya "Yekitiya dewletê xira kira kiriye", "Rêxistin ava kiriye û rêvebiriyê", "Endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Ji bo Neclayê heta 200 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Necla dema ku hatibû binçavkirin jî ji ber ku agahî nedabûn malabata wê 7 rojan di greva birçîbûnê de mabû piştî ku di grevê de mabû agahiya di bin çavan de ye dabûn malbata wê. Necla ya ku yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû, 117 rojan di greva birçîbûnê de mabû.    'Li keça min 7 rojan îşkence kirin'   Dayika Necla ya girtî Emîne Atak, wiha bahsa îşkenceya di bin çavan de lê hatiye kirin kir, "Necla 4 sal e di girtîgehê de ye. 7 rojan di bin çavan de ma û 7 rojan îşkence lê kirin. Lê me nizanibû ji ber ku tu agahî nedabûn me .Em li her derê lê digeriyan. Di wê demê de keça min xwestiye ku agahiyê bidin me. Lê ji ber ku agahî nedane me ketiye greva birçîbûnê û piştî bi 8 rojan agahî dan me. Me pirsa we çima agahî nedaye me kir. Lê wan îda kir ku agahî didin lê malbat li zarokên xwe xwedî dernayên. Min got tu malbat ji bo zarokên xwe hewesteke wiha nîşan nade.  Keça min niîşanî min nedan û wêneyê wê nîşanî min dan. Dema min wêneyê keça xwe dît ji ber îşkenceya lê hatibû kirin gelek lawaz bibû. Di bin çavan de keça min nîşanî me nedan û em jî ber bi Wanê ve ketin rê. Dema ku em gîhan wanê telefonî me kirin û gotin hûn deqakê dikarin bên keça xwe bibînin. Min jî got hûn dizanin ku em vegeriyan loma hûn digerin û wan jî got wê demê pêwist nake. Hûnê wê li dadgehê bibînin.  Piştî ku keça min hat girtin bi 15 rojan gotin hevdîtin heye û piştre jî geriyan gotin neyên ji ber ku keça we şandine girtîgeheke din. Ji bo ku em keça min nebînin cihê wê guhertibûn.    'Ji bo bişînin qawîşa xweser tundiyê li wan dikin'   Emîneyê diyar kir ku zarokên wan kirine girtîgehê, pereyê ceryan û avê ji wan digirin, xwarinê nadin wan ji ber rewşa pandemiyê her tiştê li kantînê jî buha bûye. Emîne wiha berdewam kir, "Ji bo wan bişînin qawîşên xweser tundiyeke mezin li wan dikin. Piştî ku diçin qawîşên xweser jî ji bo qawîşê biguherin dema daxwazname didin daxwaznameyên wan tên redkirin. Îşkenceya li derve dikin li hundir jî berdewam dikin. Dermanê wan nadin wan û xwedîkirina wan jî ji bo neyê kirin her tiştî dikin. Ji ber pandemiyê tenê hevdîtina girtî tê kirin û ji ber ku keça min li Kandirayê ye em nikarin biçin wê bibînin. Ger ku li cihekî nêz bûna em ê biçûna. Ev 3 car em ji bo cihekî nêz daxwazname didin lê daxwaznameyên me tên redkirin. Li zarokên me tundiyê dikin. Pirtûk û nameyên wan nadin wan. Ji min re gotibû berî bi 2 mehan min ji te re name şandiye lê hêj ew nameya wê nehatiye dest min."   'Ger Necla me guhdar neke wê heta dawî li vir be'   Dema ku polîsan keça min bir dadgehê gotin ger, "Me guhdar bike wê di demeke nêz de derkeve lê ger ku guhdar neke wê heta heta li vêderê be'.  Emîne wiha berdewam kir, "Ez ji vir bang li hemû dayikan dikim, bila bên û em bi hev re ji bo zarokên xwe yên girtî çareyekê bibînin. Dîsa greva birçîbûnê dest pê kir. Ez bang li dayikan dikim û ji wan rica dikim. Bila bên ku em vê tundiya li ser zarokên xwe bi dawî bikin.  Em ji zarokên xwe ne çêtir in bi şev û bi roj tundiyê dibînin."   Necla yali Girtîgeha hejmar 1 a Tîpa F ya Knadiraya  Kocaeliyê dimîne di 28'ê Mijdarê de di axaftina bi telefonê bi dayika xwe re kiriye wiha dibêje, "Li qawîşa me du hevalên me dest bi grevê krin. Lê rêveberiya girtîgehê her bi ser qawîşên me de digire û dibêjin 'hûn vala digrevê de ne dest jê berdin' û tundiyê dikin."