‘Çeteyan mala min talan kirin û ji min sitandin’ 2020-11-30 09:02:57   Sara Şêx Hesen    HELEB - Jina bi navê Emîne Sîdo ji ber êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê ji Efrînê berê xwe da Helebê, di derbarî bûyerên ku pê re rû bi rû ma ye wiha dibêje: “Mala min talan kirin,alavên me dizîn û mala me ji me standin.  Divê em xwe bikin yek û Efrîna xwe ji dest çeteyan rizgar bikin.”   Ji roja ku dewleta tirk Efrîn dagir kiriye binpêkirinên mafan ên li hemberî şêniyên Efrînê bi dawî nabin.  Ji roja ku Efrînê hatiye dagirkirin û şûnde rojane bi dehan malabt ji ber kiyarên ku li wir tên meşandin bere xwe didin herêmên ewle û koç dikin.  Jina bi navê Emîne Sîdo (55) jî yek ji wan jina ye ku ji ber pêkanînên dijmirovî ji warê xwe Efrînê bi malbata xwe re koç kiriye û hatiye li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê bi cih bûye. Emîne di derbarê pêkanînên pê re rûbirû mane de axivî.    ‘Mala min talan kirin û alavên me dizîn’   Emîne di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zilm û zordariya ku şêniyên Efrînê tê re derbas dibin û wiha got: “Dema ku Efrîn hate dagirkirin em di gundê xwe de man, piştî wê çete ketin gundê me û em bi zorê ji malên me derxistin.  Me berê xwe da gundê Marata yê girêdayî Efrînê.  Ez û hevjînê xwe li gel xizêmên xwe man. Hevjînê min nexweş bû û pêwist bû ez her roj wî bibim nexweşxaneyê. Zordarî li Efrînê zêde ye, jin û ciwanan digirin, dikujin û îşkence dikin. Malên me talan dikin. Çeteyan mala me jî talan kir. Şêniyên Efrînê berhemên xwe yên ku çandine jî nikarin top bikin û çete hemûyan derbasî Tirkiyeyê dikin. Bi kiryar û çeka xwe xwe bi hêz dibînin, lê di hundirê xwe de hemû mirovên vala ne û bi pereyan hatine kirîn.”   ‘Divê em deste xwe bikin yek û Efrîna xwe rizgar bikin’   Emîneyê di dawiya axaftina xwe de banga ku di demeke nêz de bila Efrîn were rizgarkirin kir û wiha axafitna xwe bi dawî kir: ”Em dixwazin Efrîn li demên xwe yên berê bê vegerandin  ev çeteyên ku di Efrînê de ne bên derxistin.  Va em ji Efrînê derketin, ez nexweş bûm û min nedixwest ez dev ji mala xwe berdim. Em dixwazin vegerin. Divê em hemû destên xwe bikin yek û Efrînê rizgar bikin ku em azad û aram mîna berê bijîn.”