Cenaze li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê tên rawestandin 2020-11-29 15:56:47     MÊRDÎN - Di encama operesyona leşkerî ya li navçeya Kerboranê de 2 endamên YJA STAR û yek ji HPG’yî jiyana xwe ji dest dan. Cenaze 3 hefte ne li Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ye.   Di encama operesyonên leşkerî ya li hemberî Kerborana Mêrdînê ya di 23’yê mijdarê de pêk hatî de 2 endamen YJA Starê  û yek jî HPG’yî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên Komeleya Çand, Yekitî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine (MEBYA-DER) cenaze 3 hefte ne li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ye.    Di demên nêz de malbatekî ku ji Êlihê hatiye serî li komeleya MEBYA-DER’ê da û pişre jî ji bo dozgeriyê daxwazname hatiye şandin.  Malabat îda dike ku cenazeyê şervanê HPG’yî yê wane û navê wî ji Medenî Oguz (Rêber) e. Malbat piştî ku ji bo testa DNA’yê xwîn dan vegeriyan Êlihê.   Nasnameya 2 cenazeyên din ji hêjê eşkere ne bûye.