Jinên Şengalî şîdeta li ser jinê bi semîner û kurtefîlmekî vegotin 2020-11-29 12:55:03   ŞENGAL - Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî li ser tundiya li jinê tê kirin seminer da û kurtefîlmek li ser tundiya li jinên êzidî ku ji desten DAÎŞ’ê hatin rigarkirin da pêşandan.     Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî îro semînerek di derarê tudundiya li  ser jinê da.  Seminer ji aliyê Riham Hesen ve hate dayîn.  Piştî semînerê kurtefilmê ji aliyê du xûşkên hev yên êzidî Dalya Xelef û Alîya Xelef ve hatî çêkirin hate pêşandan. Ji xuşkan Alya Xelef wiha got:“Ez bi demjimêran ji bo vî filîmî ne ponijî me û min bi demjimêran ji xwe re senaryo xeyal nekiriye. Ji ber ku me jinan tevan di jiyana xwe de bûyerên gelek bi êş jiyane."    Endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Rîham Hesen a di semîrnerê de axivî  wîha  got:"Weke tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî îro em ê qala tundiya li ser jinê bikin. jixwe tevna me jî kar û xebatên wê di derbarê azadkirina jinê de ne. Em tenê dikarin bi yekitiyê ji hev re bibin alîkar. Li seranserî cîhanê tundî li  jinê tê kirin û ji vê tundiyê herî zêde jinên êzidî para xwe girtine. Weke jinên Şengalê me tevan rupelek ya bi êş di jiyanaxwe de jiyaye. Ji bo wê derbaskirina wê tundiyê jî wê bi keda me tevan çêbibe. Di hemû qirkirinên ji aliye desthilatdar û zîhniyeta mêr ve hatine meşandin de ji bo civakê tune bikin jin armanc kirine gelo çîma? Bêgoman ev ne tene ji ber zarok anine ye.  Ji ber jin civakê bi rêve dibe ji ber raboriya jin rol û misyona jinê ya di dîrokê de ye. Divê em ji bîr nekin ku em ji çanda xwedawenda tên û ger ku jin nebe wê civak jî nebe.”   Piştî semînerê, kurte filme li ser tundiyê ku ji aliye du xuşkên êzidî; Dalya Xelef û Alîya Xelef ve hatibû çêkirin hate pêşandan. Di der barê kurtefilmê de Alya Xelef wiha got:“Ez bi demjimêran ji bo vî filîmî ne ponijî me û min bi demjimêran ji xwe re senaryo xeyal nekiriye. Ji ber ku me jinan tevan di jiyana xwe de bûyerên gelek bi êş jiyane. Mixabin hetanî niha dawî li şideta li ser jinê nehatiye. Heta niha jî gelek jin vê êşê dikişinin. Weke du xûşkên jî Êzidxana Pîroz em jî hewil didin ku bi van xebatên xwe balê bikşînin ser êrîşên li jinê.  Ji ber jin Jiyane nabe jiyan were tunekirin. Divê wekejin ji bo xwebunê em tekoşînê bidin.”   Piştre endama Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzidî Elham Hecî danasîna sînevîzyona li ser jinên ji desten DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin kir.