‘Şaredarî guh nade pirsgirêkên şeniyên bajarokê’ 2020-11-29 09:02:08   MÊRDÎN - Bi salane boriyên qenalîzasyonê yên bajaroka Xursa Navê ya Qosera Mêrdînê nayên çêkirin, ji ber vê yekê  şêniyên bajarokê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin.  Xecîce Nalîn diyar kir ku çend serî li şaredariyê dane jî heta niha pirsgirêk nehatiye çareserkirin.    Nifusa bajaroka Xursa Nav a Qosera Mêrdînê hezar û 200’e, lê bajarok bi pirsgirêreka binesaziyê re rûbirû maye. Bajarok bi xwezaya xwe navdar e, lê ji ber pisgirêke welatî bêzar bûne. Di her demsalî bi pirsgirêkên cuda re rûbirû dimînin. Şêniya bi navê  Xecîce Nalîn ji ajansa me re behsa pirsgêrekan kir.     'Ji ber bêhnê kes nikare derkeve derve'   Xecîce da zanîn ku bi dehan caran serî li şaredariya Qoserê dane ku pisgirêk bên çareserkirin û got: “Me bi daxweznameyan serî şaredariyê da. Lê heta niha tu bersiv nehat dayîn. Bi destpêkirina demsala zivistanê re jî pirsgirêk zêdetir dibin. Hemû kolan di nava heriyê de dimînin. Zarok nikarin bi rehetî biçin dibistanê û nikarin li kolan bilîzin. Her wiha ji ber behna kanalîzasyonê jî kesek nikare derkeve derve.”   'Bila pirsgirêkên me çareser bikin'   Xecîce, da zanîn ku bi tu awayî xizmetê nadin bajarokê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredarî her tim pêsnê cadeya bi desen dike, lê belê berê xwe nade gundan. Em her tim behsa pirsgirêkên xwe dikin, lê kesek tiştek nake. Welatî li gorî derfetên xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Her wiha keya jî tiştek nakin. Em bang rayedaran dikin ku bila bên pirsgirêkên me çareser bikin.”