'Şîlan Kobanê xeta têkoşîn û azadiya jinê temsîl dike' 2020-11-29 09:01:18   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Rêhevala Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û Endama Komîteya Rêveber a  TEV-DEM'ê Raperîn Nûrheq têkildarî salvegera Şîlan Kobanê de ev tişt got: "Şîlan Kobanê xeta têkoşîn û azadiya jinê nîşan da. Heger di roja îro de partiya PYD'ê  û jinên di nav de xwedî nasname ne, ev yek bi saya Şehîd Şîlan û hevalên wê pêk hat. Em ê têkoşîna wê mezintir bikin û serkeftinê bi dest bixin."    Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) di 29'ê Mijdara 2004'an de di encama koployeke hevbeş a di navbera dewleta tirk û Rêjîma BAAS'ê de bi çar hevalên xwe Fûad, Cemîl, Zekeriya û Ciwan re li bajarê Mûsilê yê Îraqê jiyana xwe ji dest dan.  Şîlan Kobanê yek ji damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûç. Şîlanê bi têkoşîna xwe partiyeke siyasî ya xwedî nasname û pergaleke cuda ava kir. Şîlanê bi taybetmendiyên xwe derdiket pêş. Wê dixwest di hemû qadan de jin bibin xwedî nasname û rol. Bi avakirina PYD'ê re ev armanca xwe pêk anî. Partiya PYD'ê di 20'ê Îlona 2003'an de bi armanca yekbûna Gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê di bin sîwaneke siyasî de ava bû. Cudabûna PYD'ê ya ji partiyên siyasî yên din ew e ku di nava xwe de pergala hevserokatiyê dihewîne.    Di vê çarçoveyê de rêhevala têkoşer Şîlan Kobanê û Endama Komîteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Herêma Firatê Raperîn Nûrheq ji ajansa me re behsa kesayeta Şîlanê û bîranînên bi wê re kir.   'Ji bo jinan di hemû aliyan de pêş bixe têdikoşiya'   Raperînê di destpêka axaftina xwe de taybetmendiyên Şîlan Kobanê anî ziman û wiha got: "Di destpêkê de em Şîlan Kobanê û her çar canogriyên pê re bi rêzdarî bi bîr tînin. Şîlan jineke gelek bi hêz bû, ev yek jî girêdayî axa Kobanê ya pîroz ku lê ji dayik bûye. Bajarê Kobanê warê berxwedan û qehremaniyê ye, loma welatên bi vî rengî, mirovên bi heybet û bi bandor jê derdikevin. Min Şîlan di çiyayên Kurdistanê de nas kir, ew wê demê fermandar bû. Ew di qada leşkerî de pir bi hêz bû, koordîneya şer dikir. Di çiyayan de Şîlanê giraniya xwe dabû ku çawa jinan bike fermandarên leşkerî, çawa tola bi hezaran jinên ku di Kurdistanê de hatine binaxkirin hilîne.  Her wiha têkoşîna li hember hişmendiya ku hebûna jinan armanc digire dida meşandin. Dema mirov li çavên wê dinihêrt hêz jê digirt, rûyê wê her tim bi ken bû û ji hemû aliyên xwe ve balkêş bû. Şehîd şîlan ji sporê gelek hez dikir. Ew wê demê fermandara me bû, ji me re digot divê em rojane sporê bikin, da ku em weke jin ji aliyê fîzîkî ve bi hêz bibin û bikaribin di van çiyayan de bi têkoşînê re bijîn. Ji ber vê li rex perwerdekirina bîrdozî, şehîd Şîlan jin fêrî sporê jî dikir."   'Xeta azadiyê nîşan dida'   Raperînê di axaftinên xwe de bal kişand ser hevaltiya têkoşer Şîlan ya bi jinan re û wiha domand: "Şehîd Şîlan perwerde li gel Rêber Apo dîtibû, ji ber vê wê her tim ji aliyê felsefe, bîrdozî, siyaset, civakbûyîn û çandê ve em perwerde dikirin. Dixwest tiştên ku ji Rêber Apo fêr bûye di kesayeta me de jî bide rûniştandin. Loma her tim ji me re digot, ez ê we fêr bikim ji bo ku hûn jî kesên din fêr bikin. Şîlanê di hevaltiya xwe  de pir xweş bû, heval ji çar perçeyên Kurdistanê hebûn, lê wê bi hemûyan re weke hev hevaltî dikir.  Ev yek jî xurtbûyîna aliyê wê yê neteweyî nîşan dida. Me tiştek ji hevala Şîlan venedişart. Heger me zehmetî, astengî, pirsgirêk, nakokî bijiya, me yekser bi wê re parve dikir. Wê jî tu caran nedigot karê min heye, ez nikarim bi we re bibim alîkar. Berovajî vê yekê her tim bi me re di nava pêwindiyê de bû û mijûl dibû. Di hevaltiya xwe de em fêrî rabûn, rûniştandin, şêwazê xwarin û jiyanê dikir. Min di kesayeta Şehîd Şîlan de xeta Rêber Apo û azadiya jinê dît û nas kir."    'Têkoşîna piralî dida meşandin'   Raperînê di dirêjiya gotina xwe de li ser zanebûna têkoşer Şîlan axivî û wiha pê de çû: "Şîlanê jineke xwendevan û rewşenbîr bû, zû dijmin û hevalên xwe nas dikir. Heger Şîlan û însananên weke  wê têkoşîn nekirina, me nikaribû di roja îro de li cîhanê siyaset û diplomasî bikira.  Me nikaribû ji bo azadiya jin û Kurdistanê têkoşîn bikira. Şehîd Şîlan di encama zanebûn û lêgerîna wê ya azadiyê de ferq kir ku ji bo biserxistina vê şoreşê fedeyatî pêwîst e. Ji ber ku Gelê Kurd bindest e, dijmin taybetmendiyên xwe li ser me ferz kiribû. Ji ber vê Şehîd Şîlan bê navber têkoşîna vê mijarê dikir. Her tim digot keyfiyet, bê disiplînî û bê moralî ne taybetmendiyên me ne. Divê em li dijî dijmin her têkoşînê bikin."   'Em ê têkoşîna Şîlanan mîsoger bikin'   Raperînê di dawiya axaftina xwe de têkoşîna têkoşer Şîlan ya ji bo PYD'ê nirxand û wiha bi dawî kir: "Şîlan ne tenê fermandar bû, di heman demê de siyasetmedar jî bû. Şehîd Şîlan ji bo ku Gelê Kurd di bin nasnameyeke siyasî ya hevbeş de bîne gel hevdu cihê xwe di PYD'ê de girt û bi vî awayî jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Wê demê jî êrîşeke dijmin ya dijwar hebû ku Gelê Kurd ji tevgera azadiyê qut bikin. Ji ber vê Şehîd Şîlan di hundir Rojavayê Kurdistanê de, ji bo avakirin û rêxistina PYD'ê kedeke mezin da. Dema ku em di roja îro de dema em li PYD'ê binêrin em ê encamên keda Şehîd Şîlan û hevalên wê bibînin. Partiya PYD'ê di encama xwîna bi sedan şehîdan de ava bû. Her wiha di bin sîwana PYD'ê de bi sedan jin siyasetê dikin, ev berhem jî jêdera xwe ji têkoşîna Şehîd Şîlan digire. Bi saya keda Şehîd Şîlan û gelek hevalên din ku siyaseta azad û demokratîk pêş xistin ev 16 sal in ku PYD têkoşîna xwe didomîne. Niha jî di vê pêvajoyê de PYD têkoşîneke dijwar dide meşandin. Li ser vê bingehê em ê xeta Şehîd Şîlan bişopînin û  têkoşîna ku wê dest pê kir em ê mîsoger bikin."