ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-29 09:00:00   *Rêhevala Şîlan Kobanê (Meysa Baqî) û Endama Komîteya Rêveber a  TEV-DEM'ê Raperîn Nûrheq têkildarî salvegera Şîlan Kobanê de ev tişt got: "Şîlan Kobanê xeta têkoşîn û azadiya jinê nîşan da. Heger di roja îro de partiya PYD'ê  û jinên di nav de xwedî nasname ne, ev yek bi saya Şehîd Şîlan û hevalên wê pêk hat. Em ê têkoşîna wê mezintir bikin û serkeftinê bi dest bixin." DÎMEN HEYE   *Bi salane boriyên qenalîzasyonê yên bajaroka Xursa Navê ya Qosera Mêrdînê nayên çêkirin, ji ber vê yekê  şêniyên bajarokê bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin.  Xecîce Nalîn diyar kir ku çend serî li şaredariyê dane jî heta niha pirsgirêk nehatiye çareserkirin.  DÎMEN HEYE   *Bi pandemiyê re bêtir esnaf ketin nava qeyrana aboriyê, esnafên jin ên Gevera Colemêrgê jî bi heman mijarê bi gazinc in. Jinan diyar kirin ku nikarin debara mala xwe bikin, kireya xwe bidin û gotin: “Ji ber qeyran e em nikarin kredîyê ji dewletê bigirin ji ber ku hêza me ya paşvedayînê nîne.” DÎMEN HEYE   *Di quncika Medya Krîtîk ya vê hefteyê de em ê Jin TV'ya ku li dijî medyaya mêr derdikev û têkoşîna azadiyê pêşve dibe bigirin dest.MEDYA KRÎTÎK