Li Kobanê Akademiya Emgîhan Cudî hat vekirin 2020-11-28 16:59:24   KOBANÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê yekemîn akadimiya bi navê Şehîd Emgîhan Curdî li Kobanê bi şahiyekê vekir.   Demeke dirêj e Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê amadekariyên vekirina akademiya bi navê şehîd Emgîhan Cudî li Kobanê dikir. Îro Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê akademiyek bi navê Şehîd Emgîhan Cudî li Weqfa Jina Azad ya Kobanê vekir. Di şahiya vekirinê de nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Reqqa, Minbic, Tepqa, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Cihê pîrozbahiyê bi wêneyên Şehîd Emgîhan Cudî, Şehîd Şîlan Kobanê û ala Meclîsa Malbatên Şehîdan hatibûn xemilandin.    Wê di demeke nêz de dewreyek bi navê Şehîd Şîlan Kobanê ji zarok û hevjînên pakrewanan re bê vekirin.    Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê dayika têkoşer Şîlan Kobanê Fatma Hebeş û Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arif Balî axaftin kirin.   'Bi keda pakrewanên me ev akademî hate vekirin'   Arif Balî vekirina akademiyê li tevahî malbatên şehîdan pîroz kir û wiha got: "Destpêkê em xêrhatine kesên hazir dikin. Armanca me ya vekirina vê akademiyê ew e ku em bi zarokên Şehîdên xwe re pêşerojeke azad ava bikin. Ji bo avakirina vê akademiyê gelek sazî û kesên welatparêz bi me re bûne alîkar, da ku ev akademî bê vekirin. Bi keda pakrewanên me ev akademî hate vekirin."   'Îro ji bo me rojeke pîroz e'   Dayika têkoşer Şîlan Kobanê Fatma Hebeş bixêrhatina kesên beşdarvan kir û ev tişt got: "Bi saya têkoşer û lehengên me, em akademiyên wiha vedikin û pêşerojekê ji zarokên xwe ava dikin. Ez bi şehadeta keça xwe  serbilind im. Şîlan her tim di nava lêgerîna heqîqetê de bû, da ku Kurdistaneke azad ava bibe. Vekirina akademiyê li hemûyan pîroz be."   Paşê Arif Balî pîrozbahiyên Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Dêrezor, Reqqa û Tepqa xwendin û diyariyên wan pêşkêşî dayika têkoşer Şîlan kirin. Deriyê akademiyê ji aliyê Dayika têkoşer Şîlan û beşdarvanan ve hat vekirin.   Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.