3 jinên li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê dest bi greva birçîbûnê kirin 2020-11-28 15:56:50   MÊRSÎN - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji girtiyên jin ên bi navê Hatice Kaymak, Fatma Befre û Nurcan Atak ên li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê dest bi greva birçîbûnê kirin.   Bi hezaran girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehan li dijî  tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ên li dijî wan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.    Yek ji girtîgeha ku çalakiya greva birçîbûnê lê dest pê kir Girtîgeha Tersûsê ye. Hatice Kaymak, Fatma Befre û Nurcan Atak ên li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê bi rêya hevdîtina telefona bi malbatên xwe re ragihandin ku wan dest bi greva birçîbûnê kirine.   'Em azadiyê dixwazin'   Girtiyan bi rêya telefona bi malbatên xwe re ev tişt ragihandin:"Em êdî tecrîdê qebûl nakin. Em azadiyê dixwazin. Azadî ya gelê kurd û azadiya me hemûyan e. Loma me dest bi greva birçîbûnê kir. Berxwedan jiyan e."