Dayikên Şemiyê li aqubeta Nihat Aydogan pirsîn 2020-11-28 14:17:15   STENBOL - Dayikên Şemiyê, aqûbeta Nîha Aydogan ê berî 26 salan hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn.Hevjîna Aydogan Halîme Aydogan wiha got:"Bila dewlet êdî van hestiyan aşkere bike. Bila goreke me jî hebe. Ez jî dixwazim zarokên min roja Înê biçin ser gora bavê xwe. Ev 26 sal in ez tenê vê yekê daxwaz dikim."   Dayikên Şemiyê, bi armanca winda bên dîtin û faîl bên darizandin, mîna her heftê, çalakiya xwe ya 818’emîn li dar xistin. Ji ber şewba vîrûsê, çalakî li ser hesabê medya civakî hat lidarxistin. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Nîhat Aydogan ê di 30’ê mijdra 1994’an de li navçeya Midyat a Mêrdînê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn.     'Bila goreke me jî hebe'   Hevjîna Nîhat Aydogan Halîme Aydogan di çalakiyê de axivî û wiha got: “Berî 26 salan min hevjînê xwe winda kir. Serê sibê bi ser mala me de girtin. Evjînê min bi lêdanê binçav kirin. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî em agahî jê nagirin. Ne hestiyên û ne jî goreke wî heye. Ez bûm 60 salî. Lê ez hîna jî li aqûbeta wî dipirsim. Gelo wê kengî hestiyên wî bên dîtin? Êdî ez dixwazim hestiyê wî bibînim, bêxim gorekê û biçim ser fatîheyekê bixwînim. Rojên Înê her kes, ji miriyên xwe şîvê derdixin. Lê ez nizanim, ka ez ê çi derbixim. Bila dewlet êdî van hestiyan aşkere bike. Bila goreke me jî hebe. Ez jî dixwazim zarokên min roja Înê biçin ser gora bavê xwe. Ev 26 salin ez tenê vê yekê daxwaz dikim.”    'Ev 26 sal in em têdikoşin'   Dûre keça Nîhat Aydogan Nejbîr Aydogan, mafê axaftinê girt û bi bîr xist ku dema ew 2 salîbû bavê wê birin. Nejbîr Aydogan, da zanîn ku ji wê rojê ve tu agahiyê ji bavê xwe nagire û wiha axivî: “Ez niha 28 salî me. Min bavê xwe qet nediye. Neviyên bavê min çêbûn. Wê tu carî bapîrê xwe nebînin. Ev 26 sal in em têdikoşin. Lê me tu encam bi dest nexist. Em tenê dixwazin gorekê wî hebe. Em li benda edaletê ne.”    Ji Mirovên Şemiyê Bîrgul Şahîn, daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend.    'Divê xizmên windayan bên parastin'   Bîrgul, diyar kir ku ev 818 hefte ne ji bo ku edalet pêk were, bi israr têdikoşin û wiha got: “Em bang li raya giştî û rayedarên dewletê dikin. Divê xizmên windayan li dijî pêkanînên zalîman bên parastin, piştgirî ji bo wan bê dayîn. Divê ev îşkence bi dawî bibe. Divê aqûbeta windayan bê aşkerekirin û kiryar bên cezakirin.”    'Ji ber ku nedixwest bibe cerdevan zext lê dihat kirin'   Bîrgul, destnîşan kir ku 3 nivşên malbata Nihat Aydogan li windahiyê xwe digerin û wiha rêz kir: “Nîhat Aydogan ê 39 salî li gundê Dogançay a Midyatê dijiya. Ji ber ku nedixwest bibe cerdevan zext lê dihat kirin. Di 30’ê Mijdara 1994’an de, gelek tîmên taybet, esker û cerdevan bi ser mala Aydogan de digirin. Bi lêdanê Aydogan dixin bin çavan. Dest û çavên wî girê didin û di nava xwînê de wê dibin Qereqola Eskerî ya Midyatê. Dûre wî dibin Qereqola Eskerî ya Navenda Mêrdînê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî gahî ji Nîhat Aydogan nehat girtin.”   'Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin'   Bîrgul, anî ziman ku piştî salên dirêj mirina Nihat Aydogan derbasî nifûsa wî ya malbatê kirin û wiha bi dawî kir: “Malbat ji rayedaran pirsa, ‘Ger mirîbe, wê demê gora wî li ku derê ye?’ kirin. Lê hîna jî bersiva vê pirsa malbatê nehatiye dayîn. Hemû serlêdan û lêgerînên malbatê bê encam man. Lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin. Dosyeya Aydogan nîv sedsala li benda edaletê ye.”