Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir 2020-11-28 13:44:11   AMED - Parlamentera serdema berê ya HDP'ê ya girtî Çaglar Demirel di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li koguşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin û ew ê li dijî polîtikayên zextê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bike.    Parlamentera serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Kandirayê, Çaglar Demirel di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku li koguşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin û ew ê li dijî polîtikayên zextê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger bike.    Çaglarê bi hevdîtina bi malbata xwe re kir da zanîn ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û do bêyî mudaxaleyên pandemiyê girtine ser koguşên wan û got "Li dijî pêkanînên antîdemokratîk, tecrîd û xespa li girtîgehan ez dest bi greva bêdem û dorveger dikim."