Endamên TAJÊ: Em ê bi keda xwe planên li dijî me vala derxin 2020-11-28 13:34:06   Evîn Zenda - Nesrîn Hisên   ŞENGAL - TAJÊ di roja duyem a çalakiya mertalên zindî de çû serdana Yekîtiya Ciwanên Êzidî. Endamên çûn serdana çalakgeran wiha gotin:"Em ê bi keda xwe planên li dijî me vala derxin."   Çalakiya mertalên zindî ya Yekîtiya Ciwanên Ezidî yên Şengalê di roja xwe ya duyem de dewam dike. Di roja duyem a çalakiya mertalên zindî ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çû serdana çalakgeran. Endamên TAJÊ yên çûn serdana çalakgeran di serdanê de daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama TAJÊ Niam Nasir ve hate dayin.   'Em rê nadin kesek were li çiyayên me hêza xwe bi cih bikin'   Jina bi navê Semîra Seîd di destpêkê de bal kişand ser salvegera PKK'ê û wiha got:"Em salvegera PKK’ê li tevahî şervanê Kurd, Gerilayên serê çîya dayikên Şehîdan û tevahî şervanên YJŞ’ê û YPJ’ê pîroz dikim. Em îro hatine çilmêra girê Amûdê ji bo çalakiya ciwanên xwe pîroz bikin em bi ciwannêm xwe serbilind in. Em tevahî pilanên li ser gelê xwe şermezar dikin. Ger pêwist bike em ê jin jî li gel şervannên xwe bin. Em rê nadin kesek were li çiyayên me hêza xwe bi cih bikin."   'Em ê bi pêşengtiya ciwanan bi ser bikevin'   Jina bi navê Niam Bedel têkildarî çalakiya ciwanên Şengalê wiha got: "Ez di serî de salvegera PKK’ê li tevahî gerilayên HPG’ê YJA Sitarê û tevahî hêzên leşkerî yên Êzidxanê pîroz dikim. Em hatin ji bo piştgiriya ciwanên xwe. Em çalakiya wan jî pîroz dikin. Wan ji bo gelê xwe li vir xwe kirine mertalên zindî. Em wan pîroz dikin. Em ê bi pêşengtiya ciwanan bi ser bikevin. Em ji derveyî hêza xwe û ciwanên xwe pişta xwe nadin pişta tu kesekî din."   'Dixwazin destkeftiyên me tune bikin'   Endama TAJÊ Niam Nasir bi van gotinan çalakiya ciwanan pîroz kir: "Piştî fermanê me bi keda keç û xortên xwe Şengala xwe bi rêxistin kir. Lê niha dijminên dagirker vê yekê tehemul nakin û dixwazin werin bikevin Şengalê û destkeftiyên me tune bikin. Em dayik çalakiya ciwanên xwe pîroz dikin. Em weke dayikên wan heya dawî bi ciwanên xwe re ne. Dibêjin ‘ ji bo parastina we em ê werin’. Hûn dema fermanê reviyan. Loma niha bi tu hincetê neyên ser axa me. Em vê yekê napejirînin em ê bi keda xwe van pilanan vala derbixînin. Înşallah ew ê serkeftin a Êzidiyan be."   'Em gotinên wan qebûl nakin'   Xoxê Cindî jî bi van gotinan dilsoziya xwe ya ji bo çalakiya ciwanan diyar kir: "Em weke dayik îro ji bo zarokên xwe hatin bin konê şeref û rûmetê ku piştgiriya xwe nîşan bidin. Va ye niha ciwanên me hatine parastina me dikin, cihê kesên ne nas em dixwazin ciwanên me bên parastina me bikin. Her roj ji xwe re hinek biryaran didin. Niha jî dibêjin ‘bila asayişa wan cilên medenî li xwe bikin’ em bi tu awayî yek gotinên wan jî napejirînin. Em weke dayik bi vekirî dibêjin şertên ku deynin pêşiya me ger tiliya dijmin di nav de hebe em napejirînin. Em bi van ciwanên xwe jî serbilind in û di çalakiyên wan de serkeftinê dixwazin."   Endamên TAJÊ di daxuyaniya ku dan wiha gotin:   "Em îro li serê Çiyayê Amûd bi ciwanên xwe re li bin konê rûmetê, bi biryardariyek mezin çalakiya ciwanên xwe pîroz dikin. Em biryarên ser Şengalê tên dayîn hemûyan red dikin û em dibêjin ji derveyî Şengaliyan kesek nikare li ser me biryarekê bide. Hêza me bi xwe heye hêza me Êzidxana me ye, hêza me dayikên me ye, hêza me ciwanên me ye,YBŞ, YJŞ û asayişa me ye. Kes nikare zext li dayikên me, ciwanên me û zarokên me bike. Piştî fermanê Êzidiyan xwe bi rêxistin kirin.     Bila ev cîhan tev bizanin me zext û zor li tu kesî nekiriye. Lê ger hewil bidin zextê li me bikin bila ji bîr nekin em qewmê tawusê melek in em tucaran nakevin. Em ê heta dawî xwe biparêzin em rê nadin tu fermanek din li ser me çêbe, em rê nadin carek din keç û xortên me li bazaran werin firotin. Heya em sax bin em ê piştgiriya Zerdeştan bikin em ê piştgiriya şehîdên xwe bikin."   Daxuyanî bi dirûşme û tililîyên dayik û ciwanan bi dawî bû.