Xizmên Windayan Tahîr Elçî bi bîr anî 2020-11-28 12:57:59   AMED - Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya hefteya 616'an de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28'ê Mijdara 2015'an de hat qetilkirin bi bîr anî.   Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 616’an çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li ser înternetê li dar xist. Her hefteyê çîroka windayek tê bibîrxistin. Vê hefteyê jî çîroka Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bû.    Serokê Şaxa ÎHD’ê Abdullah Zeytûn li ser navêr Xizmên Windayan Tahîr Elçî bibîr anî û çîroka wî belav kir. Abdullah destnîşan kir ku Tahîr Elçî endamê komeleya wan bû û di salên 1990’î de parêzerê mexdûrên înfazên bêdaraz, kiryar nediyar û şewitandina gundan bû. Abdullah destnîşan kir ku ew ê têkoşîna nîvco mayî ya Tahîr bidomînin û ji bo edaletê dê têbikoşin.