'Walîtiyê destûr neda lêpirsîna têkildarî polîsan' 2020-11-28 10:42:53   Şehriban Aslan   AMED -Têkildarî polîsên ku tundî û muameleya ne baş li dijî Dayikên Aştiyê yên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştigiriya greva birçîbûnê ya girtîgehan çalakî li dar xistibûn, bi hinceta "Delîlên mirov pê bawer bibe nehat bidestxistin" biryara beratê hat dayin.    Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girtiyên siyasî û siyasetmedaran di 2018-2019'an de dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Ji bo piştigiriya kesên di greva birçîbûnê de li herêmê û li welat çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayin. Di dema daxuyaniyê de polîsan li Dayikên Aştiyê dabûn û muameleya ne baş li wan kiribûn. Li ser vê yekê Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê serîlêdana sûc li Serdozgeriya Komarê ya Amedê kiribûn. Ji parêzerên ku serîlêdana sûc kir jê Hatice Demir da zanîn ku têkildarî lêpirsînê de tu pêşketin tune ye û têkildarî vê yekê de biryara neşopandinê hatiye dayin.    'Muameleya nebaş li Dayikên Aştiyê hat kirin'   Haticeyê bi bîr xist ku di gulana 2019'an de greva birçîbûnê bi dawî bûye û diyar kir ku Dayikên Aştiyê li Parka Koşuloyê ji bo zarokên xwe û xizmên xwe dest bi nobetê kirine û wiha dewam kir:"Ji ber dewletê têkildarî girevên birçîbûnê gavên li ser çareseriyê nediavêt Dayikên Aştiyê ji bo daxwazên xwe bînin ziman daxuyanî dan. Tevî vê daxuyaniyê li gelek cihan li dijî Dayikên Aştiyê muameleya ne baş hat kirin û îşkence li wan hat kirin. Ev yek li ber kamerayan jî pêk hat. Me di 5'ê Gulana 2019'an de daxwaz kir ku ev polîsana bên cezakirin. Me serîlêdana sûc bi rêxistinên gel ên li Amedê kir."   'Walîtiyê destûr neda lêpirsîna têkildarî polîsan'   Haticeyê da zanîn ku wan li ser navê Hayriye Turkekul, Yaşar Akboğa û Rabia Ataş serîlêdana sûc kirine û wiha dewam kir:"Li ser serîlêdana me tu pêşketin di dosyayê de çênebû. Tevî raporên lêdana Dayikên Aştiyê jî li gel me hebûn lê belê pêşketin çênebû. Walîtiya Amedê destûra lêpirsîna li ser polîsan neda. Wekî hincet jî hat gotin polîsan di çarçoveya peywira ji bo wan hatiye dayin tev geriyane. Loma jî walîtiyê diyar kir ku hewcedarî ji bo lêpirsîna têkildarî polîsan tune ye."   'Sûcên li dijî kurdan bê ceza dimînin'   Haticeyê bi lêv kir ku wan wekî Navenda Mafên Jinê ya Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê serîlêdana sûc kirine û wiha got:"Em ê vê yekê bibin AYM'ê jî. Dema em li piratîka darazê dinêrin sûcên li dijî kurdan bê ceza dimînin. Binpêkirina mafan, tecawiz, muameleya ne baş ên li dijî welatiyên kurd bê ceza dimînin. Yek ji van mînakan a Kemal Kurkut e. Tevî delîlên wêneyên Abdurahman Gok kişandiye heye jî polîs hat beratkirin."   'Em ê dîsa jî bi her hawî têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin'   Haticeyê dîsa bi bîr xist ku di Adara 2016'an de fişega gazê li serê Enes Ata yê 8 salî ketiye û jiyana xwe ji dest daye û wiha dewam kir:"Di asta darizandinê de fîşegên gazê yên bûn sedema mirina Enes li buroya emanetê hatiye windakirin. Enes dema jiyana xwe ji dest da kincên li ser wî ji aliyê peywirdarên kolukê hat îmhakirin. Telefon û telsizên aidî polîsên bersûc hatin îmhakirin. Loma têkildarî polîsên bersûc biryara beratê hat dayin. Ev dosyaya jî berdewamiya van dosyana ne. Dema mersele dibe maf, azadî û wekheviya gelê kurd wê demê em pratîka darazê nabînin. Lê belê em ê dîsa jî bi her hawî têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin."