'Şîlanê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê mîrateyek têkoşînê ye' 2020-11-28 09:07:23   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Têkoşer Şîlan Kobanê li dijî hişmendiya Rêjîma BAAS'ê ya zordar, dîktator û desthilatdar xeta azadî û têkoşînê hilbijart. Xwîşka wê Heyfa Baqî di salvegera wê ya 16'emîn de ew bi bîr anî û got: "Şîlanê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt. Em jî bi hemû hêza xwe li pey xeta wê ne ku têkoşîna wê mezintir bikin û xeyalên wê bi cih bînin."    Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) di 1971'an de li Gundê Kor Elî yê Rojavayê Kantona Kobanê ji dayik bû. Şîlanê zaroka yekem a malbatê ye. 4 xwişk û 4 birayên wê hene. Malbata Şîlanê ji bo şert û mercên aborî di dema ku temenê wê 5 salîbû çûn bajarê Helebê  û li wir bi cih bûn.   Malbata Şîlanê xwedî welatparêz bû. Ji yekem malbatan bû ku piştigiriya tevgera azadiyê li Sûriyeyê kir. Ji ber vê Şîlanê di 9 saliya xwe de yanî di 1980'an de tevgerê nas dike. Li ser vê bingehê Şîlanê di biçûkaniya xwe de beşdarî çalakiyên hunerî dibe û bi hevalên xwe re Koma Agirî ava dike. Dema Şîlanê dibistana seretayî dixwend bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Cejna Newrozê bûye ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve di 1978'an de hat girtin. Piştî ku Şîlanê dibistana amedehîyê bi dawî dike di Tebaxa 1988'an de bi çar hevalên xwe re  beşdarî tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Dema Şîlanê derbasî Lubnanê dibû ji aliyê dewleta Lûbnanê  ve tê girtin û du mehan di girtîgehê de dimîne.    Piştre Şîlanê beşdarî perwerdeya akademiya Mahsûm Korkmaz dibe û navê xwe dike Şîlan. Şîlan li Akademiyê di Radyoyê de û di beşa Erebî de dixebite. Şîlanê dixwest cihê xwe di qadên leşkerî de bigire, lê piştî ku perwerdeyê bi dawî dike dest bi kar û xebatên rêxistinî yên li Lubnanê dike. Piştî demekê Şîlanê di dawiya 1989'an de careke din vedigere Akademiya Mahsûm Korkmaz. Şîlanê di 19 saliya xwe de dema berê xwe dida çiyayên Kurdistanê rastî gelek kemînan tê, ji ber vê neçar dimîne ku vegere akademiyê. Piştre Şîlanê bi komek hevalên xwe re derbasî çiyayên Heftenînê yên Başûrê Kurdistanê dibe. Piştî ku Şîlanê demekê bi perwerdekirinê mijûl dibû, di konferansa 1991'an de wesaziya wê li qada çapeneniyê çêbû. Ji ber vê Şîlan li rex çêkirina kovaran weke nûçegîhaneke şer jî xebitî. Piştre di Konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê de di sala 1995'an de Şîlanê weke Endama Komîteya Navendî ya YAJK'ê hat hilbijartin. Di sala 1997'an de Şîlanê derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. Bi avakirina Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê di Adara 1999'an de ku wê demê bi navê Partiya Jinên Azad xebat dikir, Şîlanê cihê xwe di rêveberiya partiyê de digire. Di sala 2003'an de Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ava dibe û Şîlanê weke Endama Komîteya Navendî tê hilbijartin. Li ser vê bingehê Şîlanê berê xwe dide Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê,  dest bi xebatên rêxistinî û siyasî dike. Lê istîxbaratên Rêjîma BAAS'ê li pey Şîlanê dikevin da ku wê bigirin û karê wê rawestînin, ji ber vê ew derbasî bajarê Mûsilê li Iraqê dibe û heman xebatan dide meşandin.   Di 29'ê Mijdara 2004'an de dema ku Şîlanê kar û xebatên di navbera Iraq û Sûriyeyê dikir di encama kemîneke hevbeş ya di navbera Rêjîma BAAS'ê û dewleta tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li Mûsilê jiyana xwe ji dest didin.      Bi munasebeta 16'emîn salvegera Şîlan Kobanê, xwişka wê Heyfa behsa zarokatî, taybetmendî û şehadeta wê kir.   'Cesareta Şîlanê bê sînor bû'   Heyfayê di despêkê de behsa zarokatî û kesayeta xwişka xwe kir û got: "Şîlan di zarokatiya xwe de tevî temenê wê biçûk bû jî him di mal de û him jî di dibistanê de ji me hemûyan zîrektir û jêhatîtir bû. Asta ku Şîlan gihîştê bilind bû û bingeha xwe ji piştgiriya dayik û bavê min girt. Malbata me tevî jê hez dikirin, cihê ku Şîlan biçûyayê diyar bû, ji ber ku yekser mohra xwe lê dida. Gelek kesan navê Şîlanê li zarokên xwe kiriye. Ew qet ji Rêjîmê neditirsiya û xebatên xwe bê navber dikir. Her ku çû jî wê xebatên xwe berfirehtir kir û xwe zêdetir pêş xist."   'Şîlanê her di nava lêgerînên cuda de bû'   Heyfayê di domandina gotina xwe de diyar kir ku Şîlanê herdem di nava lêgerînê de bû û wiha pê de çû: "Şîlanê li Helebê him dibistan dixwend û him jî cihê xwe di Koma Agirî ya stranan de girtibû. Dema ku malbata me dest bi xebatên tevgera azadiyê kirin em li Helebê bûn, wê demê me tenê sê malan xebat dimeşandin. Şîlan biçûk bû ango ez bêjim 11 salî bû, ji ber wê tenê karên biçûk dikir. Rast e temenê wê biçûk bû, lê mejîyê wê gelekî pêş ketîbû. Em gelek xwişk û bira bûn, lê tu kes ji me bi qasî Şîlanê ne bi cesaret û bi meraq bû. Wê her tim dipirsî, her mijar  meraq dikir û her tim di nava lêgerînên cuda de bû. Dema ku Şîlanê bi bav û apê min re diyalog dikir, em ji zanebûn û asta wê matmayî diman."   'Qûdretê riya Şîlanê şopand'   Heyfayê da zanîn ku xwişka wê Qudretê rêya Şîlanê dişopîne û wiha dom kir: "Piştî ku Şîlanê tevlî refên azadiyê bû me ew di 2004'an de dît, min ew çawa dît min got gelo ev xwişka min Şîlan e yan yeke din e. Kesayeta xwe ji hemû aliyan ve temam kiribû. Rêbaz, taybetmendî, fikir, axaftin û nêzikatiyên wê gelek guherîbûn ku ez pir pê kêfxweş û serbilind bûm. Em bi şehadeta wê serbilind in, lê ji ber ku bi destên îxanetê jiyana xwe ji dest da em gelek û gelek êşiyan. Roja Şîlanê tevlî tevgera azadiyê bû me dizanibû wê şehîd jî bikeve û wê were girtin jî, lê me texmîn nekir û em ne bawer bûn ku di encama îxanetê de were qetilkirin. Piştî Şîlanê şehîd ket, xwîşka min Qûdretê beşdarî tevgera azadiyê bû û riya wê şopand."   'Şîlanê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê mîrateyek têkoşînê ye'   Heyfayê herî dawî behsa şehadeta Şîlan Kobanê kir û wiha bi dawî kir: "Taybetmendiyên Şîlanê dema ku kes navê Şîlan dibêje yekser zarokatî û tevlîbûna wê tê ber çavên min. Şîlanê di nava Gelê Kurd de û bi taybet jî li Kobanê bi kesayet û têkoşîna xwe navê xwe xêz kir. Şîlanê ji me re mîrateyek  li pey xwe hişt. Me jî weke malbat têkoşîna wê bingeh girt û li ser xeta wê welatparêziya xwe didomînin. Şîlanê bi kesayeta xwe pêşengî ji jinên Kobanê û tevahî Rojavayê Kurdistanê re kir. Li pey wê gelek jin li ser xeta wê meşiyan, têkoşîna wê mezin kirin û li pey bicihanîna xeyalên wê bê navber kar û xebat didin meşandin."