'Însiyatîf pira mexdûrên şer û dadgehên navneteweyî ye' 2020-11-28 09:03:57   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Ji Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî, Xedîce Derwîş, têkildarî belgekirina kiryarên dewleta tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeyên wan ên di demên pêş de nirxand. Xedîceyê da zanîn ku  Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî ji bo mexdûrên şer hatiye avakirin û wiha got:" Însiyatîfa me pira di navbera mexdûrên şer û dadgehên navneteweyî de ye. Me gelek binpêkirinên derheqê mexdûrên şer de belge kirine û wekî doz radestî dadgehên navneteweyî kirine."   Têkildarî belgekirina kiryarên dewleta tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeyên Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî ên di demên pêş de ji Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî, Xedîce Derwîş axivî.    'Me gelek kiryarên dagirkeran kirin belge'    Xedîceyê armancên çalakirina Însiyatîfa Parastinê wiha vegot: "Piştî êrîşa 9'ê Cotmeha 2019'an a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Navenda belgekirinê Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî hate avakirin. Bi armanca belgekirina kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên derheqê jin, zarok û her zindiyekî Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî hate avakirin. Bi vê yekê hat armanckirin ku bi rêya rêxistinên qanûnî mafên kesên axa wan hatiye dagirkirin bê bidestxistin. Me gelek kiryarên dagirkeran kirin belge."   'Gavên qanûnî hatin avêtin'   Xedîceyê têkildarî projeyên ku ew ê 6 heyvan dewam bikin wiha axivî:"Di gava destpêkê de kiryarên li ser şêniyan dihatin kirin ji aliyê însiyatîfê ve hat şopandin. Gava duyemîn jî belavkirina belavokan bû. Me got bila bi belavkirina belavokan haya mirovan jê hebe ku ew ê çawa tev bigerin. Di heman wextî de jî gavên qanûnî yên ji bo parastina mafên kesên li dijî wan kiryarên xirab tên kirin, hatin avêtin. Her wiha ji bo hêsankirina danûstendinê û alîkariya mexdûran a di belgekirina dozên wan de em gelekî xebitîn. Me dan û sitendin bi Desteyên Navneteweyî yên ku bi binpêkirina mafên mirovan ên li Sûriyeyê re têkildar in, kirin."    'Em ê bi jinan re bicivin'   Xedîceyê gava sêyemîn jî wiha bi lêv kir: "Em ê, bi jinan re li ser diyarkirina binpêkirin û cureyên wê, her wiha qanûna mirovahî ya navneteweyî û çawaniya belgekirina binpêkirinan, bicivin. Her carê wê 25 jin werin perwerdekirin, da ku bikaribin di nava civakê de bixebitin û binpêkirinên ku sivîl ango koçber rastî wê hatine, ji me re ragihînin û belge bikin. Di perwerdeyê de wê şêwirmendeke qanûnî û piştgiriya derûniyê hebe."   'Însiyatîf pira mexdûrên şer û dadgehên navneteweyî ye'   Xedîceyê da xuyakirin ku doza Gundê Dawidiyê yê Serêkaniyê li dadgehên navneteweyî tê nîqaşkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Însiyatîfa me pira di navbera mexdûrên şer û dadgehên navneteweyî de ye. Me gelek binpêkirinên derheqê mexdûrên şer de belge kirine û wekî doz radestî dadgehên navneteweyî kirine.Yek ji dozên ku niha di dadgehên navneteweyî de tê nîqaşkirin dosyeya Gundê Dawidiyê ye. Piştî dosyaya Gundê Dawidiyê, Dadgeha Cînayetê, dewleta tirk sûcdar kir. Ev jî gaveke baş e ku em hîn bêtir bikaribin binpêkirinan belge bikin."   'Hemû kiryar belgekirî ne'   Xedîcayê di dawiyê de wiha got: "Her wiha komkujiyên di derheqê gelê Ermeniyan de pêk hatine gelek dereng hatin îtîrafkirin. Ew ê komkujî û kiryarên derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dereng be jî wê di dawîyê de derkeve holê. Ji ber hemû kiryar belgekirî ne. "