ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-28 09:00:00   *Lîstikvana Hinek Henekê Perînaz Delazî ku ev 8 sal in şanogeriyê dike û cara yekem di bernameya televîzyonê ya Hinek Henek de cih digre. Perînaz diyar kir ku bi televizyonê xwe dighînin bi hezar kesan got: “Bernameya me esasa xwe ji civakê hildide. Karakter jî ji civakê tên afirandin. Bi rêya skêcan em rastiya civakê tînin ziman.” DÎMEN HEYE   *Ji Rêvebera Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî, Xedîce Derwîş, têkildarî belgekirina kiryarên dewleta tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û projeyên wan ên di demên pêş de nirxand. Xedîceyê da zanîn ku  Însiyatîfa Parastinê ya Hiqûqî ji bo mexdûrên şer hatiye avakirin û wiha got:" Însiyatîfa me pira di navbera mexdûrên şer û dadgehên navneteweyî de ye. Me gelek binpêkirinên derheqê mexdûrên şer de belge kirine û wekî doz radestî dadgehên navneteweyî kirine." DÎMEN HEYE   *Jinên TJA'yî yên di çarçoveya kampanyaya “Em Xwe Diparêzin” de bi jinan re hatin gel hevdu wiha gotin:"Jin ne bi tenê ne. Jin dema li gel hevdu bin bi hêz in." DÎMEN HEYE   * Zelal Yildiz a li Mîksê tevî zextên civakî dev ji xwendinê û xebatê berneda da zanîn ku niha jî ew li dijî aboriya xirab a ji ber Vîrusa Koronayê li berxwe dide. Zelalê got ji ber sînordarkirinên nû zorê dide esnafan û jin ji vê yekê tu qat zedetir bi bandor dibin.  DÎMEN HEYE   *Têkoşer Şîlan Kobanê li dijî hişmendiya Rêjîma BAAS'ê ya zordar, dîktator û desthilatdar xeta azadî û têkoşînê hilbijart. Xwîşka wê Heyfa Baqî di salvegera wê ya 16'emîn de ew bi bîr anî û got: "Şîlanê ji bo jinên Rojavayê Kurdistanê mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt. Em jî bi hemû hêza xwe li pey xeta wê ne ku têkoşîna wê mezintir bikin û xeyalên wê bi cih bînin." DÎMEN HEYE   *Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgin a çalakiyên 25'ê Mijdarê nirxand wiha got:"Em di 25'ê Mijdarê de nêviyê pir gihaştin armanca xwe. Em şermezarkirina tundiya li ser jinê tenê bi rojekê sînordar nakin. Ew ê têkoşîna me dewam bike." DÎMEN HEYE   *Têkildarî polîsên ku tundî û muameleya ne baş li dijî Dayikên Aştiyê yên ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û piştigiriya greva birçîbûnê ya girtîgehan çalakî li dar xistibûn, bi hinceta "Delîlên mirov pê bawer bibe nehat bidestxistin" biryara beratê hat dayin.