Nûçegîhana me ya girtî Şehrîban: Min bêriya nivîsandina nûçeyan kiriye 2020-11-27 14:06:18   WAN - Nûçegîhana me ya girtî Şehrîban Abî bi nameya ji girtîgehê şand bal kişand ser binpêkirina mafên li girtîgeha ku lê tê girtin. Şehrîbanê di nameya xwe de wiha got:"Ez dixwazim vê gavê bêm gel we û min bêriya nivîsandina nûçeyan kiriye. Tebatî nayê min, ez dixwazim vê gavê nûçeyan binivîsim."   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê di 6'ê Cotmehê de dest pê kiribû de nûçegîhana me Şehrîban Abî bi du hempîşeyên xwe hatibû binçavkirin. Şehrîban Abî û Nazan Sala ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê ya lê tên girtin name ji ajansa me re şandin. Şehrîbanê di nameya xwe de anî ziman ku tevî pandemiyê ew di koguşekê de 12 kes dimînin û da zanîn ku Rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Şehrîbanê da zanîn ku ji ber vê yekê wan daxwazname ji îdareya girtîgehê re şandine û hîn bûne ku rêveberiya girtîgehê Rojnameya Yenî Yaşamê naynin kantînê.    Pirsgirêka klozeta seyar   Her wiha Şehrîbanê da zanîn ku Nazan Sala ji ber emeliyata berê ya nigê xwe zehmetiyan dibîne û wiha got:"Ji bo hevala me Nazanê me klozeta seyar xwest lê tevî rapor hene jî nedan. Pirsgirêka destavê heye."   Peyama Şehrîbanê ya ji bo hempîşeyên wê    Şehrîbanê ji bo hempîşeyên xwe jî peyama "Ez dixwazim vê gavê bêm gel we û min bêriya nivîsandina nûçeyan kiriye. Tebatî nayê min, ez dixwazim vê gavê nûçeyan binivîsim" şand.