Ciwanên Şengalê: Ji bo xaka xwe em bûn mertalên zindî 2020-11-27 13:30:16   Evîn Zenda/ Elmas Nayîf   ŞENGAL - Ciwanên Şengalê bi dirûşma "Çiyayên me rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin" li dijî planên li ser Şengalê dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Ciwanan diyar kirin ku heta ew bigihêjin armacnca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin.   Li dijî plan û peymanên li ser Şengalê tên kirin Ciwanên Şengalê bi dirûşma "Çiyayên me rûmeta me ye em ê rûmeta xwe biparêzin" dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Ciwan têkildarî çalakiyê hem axivîn hem jî daxuyanî dan. Daxuyaniya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî ji aliyê Kînana Dawûd ve hat xwendin. Ciwanan gotin:"Ji bo xaka xwe em bûn mertalên zindî."   'Em ê nehêlin dagirker berê xwe bidin Şengala me ya pîroz'   Nesrîn Xidir a beşdarî daxuyaniyê bû da zanîn ku ew heta bigihêjin armcanca xwe ew ê çalakiya xwe bidomînin û wiha dewam kir:"Em ji derveyî hêza xwe tu hêzên din napejirînin. Em ê nehêlin yek dagirker berê xwe bidin Şengala me ya pîroz."   'Em ê heta dawî van nirxên xwe biparêzin'   Leyla Xelef bi lêv kir ku ew ê nehêlin fermaneke din dubare bibe û wiha got:"Weke ciwanên Şengalê em ê van çalakiyên xwe berdewam bikin heya ku dijmin dest ji van pilanên qirêj yên li ser Şengalê berdide. Di 3’ê Tebaxê de kesek bi hewara me nehat ji derveyî Gerilayên Azadiyê. Bi saya wan îro me di her warî de Şengal bi rêxistin kiriye. Em ê heta dawî van nirxên xwe biparêzin."   'Ev ax ji bo me pîroz e'   Razna Hisên jî nerazîbûna xwe bi van peyvan anî ziman:"Em wekî ciwan planên li dijî Şengalê napejirînin. Bila baş bizanin ji derveyî hêzên me cihê tû kesî di Şengalê de nîne. Em wek ciwan amade ne ji bo her tiştî. Wê ew tucaran neyên ser vê axê ji ber ev ax ji bo me pîroz e."    Daxuyaniya ciwanan da wiha ye:   "Em wekî civaka Êzidî di pêvajoyeke hebûn û tunebûnê de derbas dibin. Dijminê mirovahiyê yê ku heftê û çar ferman li ser Êzidîyan meşand îro jî dixwazin fermana heftê û pêncan bi şêweyeke cuda bimeşînin. Dixwazin bi hevpeymana Hewlêr, Bexda û Enqereyê me tune bike û bêyî îradeya gelê me, biryaya ku dayîne li dijî aramiya Şengalê ye. Bi taybet piştî fermana 3'yê Tebaxa 2014’an ciwanên Êzidî ref bi ref cihê xwe di nava tekoşînê de girtin. Ji bo parastina ol xak û civaka xwe beşdarî refên YJŞ û YBŞ’ê û asayişa Êzidxan bûn. Her wiha bi berxwedan û pêşengtiya jin û ciwanên Êzdîxanê DAÎŞ a ku bûbû belaya serê cîhanê têk çû.    Jinên Êzidî, ciwanên Êzidî bi tekoşîneke bêhempa gihiştin fikrê azad û îro bi hezaran jin di nav tekoşînê de li beramberî dijminê mirovahiyê li berxwe didin.Em weke Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî tu carê nahêlin ku destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên me bi kedeke pir mezin hat destgirtin ji aliyê neyaran ve têk biçe. Di roja me ya îro de jî bi hevkariyek pir mezin dixwazin vê tifaqa qirêj pêk bînin û me tune bikin. Yên weke PDK’ê di fermanê de terka miletê me kirî îro divê were lêborîna xwe ji me bixwazin.    Di vê navê Şengalê jî bi lêv neke. Ger îro bendewarî dike kû were ser xaka Şengalê bi me ciwanan jî mabe em ê nehêlin Şengal bibe xewnê şevên wan jî. PDK’ê pişta xwe daye dewleta tirk lê me dîroka xwe ji bîr nekiriye û em îxanetê li ol, bawerî, welat û civaka xwe nakin. 74 ferman bi destê osmaniyan hate kirin. Em ê ne fermanan ne jî xîyaneta PDK’ê ne jî bêdengiya neteweyên yekbuyî kû ji fermaneke nû re çavên xwe digire, qebûl bikin.    Hukumeta Iraqê jî cihê kû îro beramberî vê dengê xwe derxîne dibe hevkarê wan û dixwaze çiyayên me yên pîroz dagir bike. Lê belê çiyayên me rûmeta me ye û em ê heya dawî parastina çiyayên xwe bikin. Em rê nadin ku werin çiyayên me ji me bistînin. Heta ev xeterî ji ser xaka me ranebe em ê wek ciwanên Êzidî dest bi çalakiyan bikin. Em ê parastina çiyayên xwe bikin. Em ê şev û roj ser piya bin. Her wiha em bang li ciwanên Êzidî û hemû ciwanan dikin ku xwedî li rûmet û çiyayên xwe derkevin. Dem dema xweseriyê ye dem dema azadiya Şengalê ye."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bimire îxanet","Bijî berxwedana Şengalê","Bijî xwedîderketina rûmetê" bi dawî bû.