Ciwanên Til Temirê piştgirî dan şêniyên Şengalê 2020-11-27 09:11:29   HESEKÊ - Bi armanca piştgiriya Şengalê û şermezarkirina hevpeymana di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê de hatiye îmzekirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xist.    Bi armanca piştgiriya Şengalê û şermezarkirina hevpeymana Şengalê, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li navçeya Til Temirê meşeke girseyî li dar xist. Meşa ku ji ber Navenda Ciwanan ve dest pê kir, li kolana giştî dewam kir û li Qada Şehîdan rawestiya. Paşê endama Tevgera Ciwanan Semer Xelîl daxuyanî xwend.    Daxuyanî wiha bû:   "Di nava pêvajoya ku Sûriye û Iraq ji êrîş û komkujiyên qirker e derbas dibe de hikûmeta Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê dîsa dixwazin dîroka xwe dubare bike û komployeke nû derheqê herêmê de pêk bînin. Piştî ku Şengal ji pencên DAIŞ'ê rizgar bû û hêza xwe ya parastinê ava kir û nirxên Kurdê Êzîdî parast, ev jî mafê wan e ku xwe bikaribin bi xwe biparêzin. Îro destkeftiyên Kurdên Êzîdî rastî xeteriyê tên. Hikûmeta Iraqê, Herêma Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê dixwazin di rêya hevpeymanekê dest deyînin ser desteftiyên Kurdê Êzîdî. Em jî wekî ciwan, bang li rêxistinên mafê mirovan dikin ku Kurdê Êzîdî biparêze. Em jî wekî ciwan em ê gelê Şengalê bi tenê nehêlin."   Daxuyanî bi dirûşma"Bimre Îxanet" bi dawî bû.