‘Divê zarok û dayik di girtîgehan de neyên hiştin’ 2020-11-27 09:05:38   Medya Uren   MÊRDÎN - Vesîle Yuksel salek û 10 mehan bi du zarokên xwe re di girtîgehê de ma. Vesîle, diyar kir ku li girtîgehan zarok di aliyê derûniyê de zirarek mezin dibînin û got: “Li girtîgehan bi sedan zarok hene û di nava zehmetiyan de dijîn, mafên zarokan tên binpêkirin. Divê ev mijar bibe rojeva raya giştî.”   Tirkiyê hejmara zarokên ku bi dayika xwe re li girtîgehê dimîne gihaştiye 780’an. Li girtîgehan di rewşa asayî de rewşa zarokan pir xetereye, lê di pêvajoya şewba koronoyê de rewş bêtir xeter e. Vesîle Yuksel yek ji wan dayikan e ku bi du zarokên xwe yên temenê wan yek 3 û ya din 5 salî ye, bi qasî salekî û 10 mehin girtiye. Vesîleya qala şert û mercên jiyanê yên girtîgehê dike û dibêje bila cihê zarokan ne girtîgeh be.   Vesîle Yuksel bi hinceta parvekirinên medyaya civakî di sibata 2017’an de hat girtin. Di danişînê de ji ber ku ji pirsa “PKK rêxistinek terorê ye an na?” re dibêje na salek û 10 meh cezayê girtîgehê digire.  Piştî ceza hat erêkirin bi keça xwe a 3 salî Arîn Mîrkan û keça xwe ya 5 salî Avesta re dişinin girtîgehê. Vesîle sala borî di meha tîrmehê de hatibû berdan. Vesîleya qala pêvajoya girtîgehê dike dibêje hêj bandora girtîgehê li ser zarokên min didomin.   ‘Ji bo zarokan av ji ne didan’    Vesîle di serî de bal kişand li ser bandora girtîgehê ya li ser zarokan û wiha dibêje: “Di dema yekem ya binçav de nehêştin zarokên min nêzî min ji bibin. Pişre bi navbeynkariya parêzeran re destûrê dan ku ez zarokên xwe bibînim. Dema ez hatim girtin ji bi taybet keça min Arîn rewşa ku em têde bûn qebûl nedikir. Şev qet nedikarî rakeve. Wan deman ji bo me gelek zehmet derbaz bû. Zarokan timî li ber derî dikirin qêrînî û digotin min derbixin. Ev yek ji bo min jî zor bû. Lewra ji derveyî zarokên min hinek zarokên din ji yên ku bi diya xwe re dimînin hebûn. Hemû ji weke hev xwarinê ji nedixwarin. Xwarinên ku li gorî zarokan nedidan. Ne şîr ne ji tiştek din. Pişre me ji Erzîncanê sirgunê girtîgeha Baybûrtê kirin. Di wan deman de ji bo em avê vexwin şûşa avê nedidan. Me bi destên xwe av dida zarokan.”   ‘Ji zarokan re nan tune ye’   Vesîle diyar kir ku hîna zarokên wê ji bandora girtîgehê derneketine û wiha berdewam dike: “Nîvê şevê gardiyana bi ser me de digirt û lêgerînê dikirin. Zarokên min bi ciniqîn radibûn. Heya niha ji nîva şevê wisa radibin. Ji ber nêzîkatiyên wan zarok nedixwestin rûyê wan ji bibînin. Keça min Arîn Mîrkan 9 mehan li ser şekrokan giriya. Di kantînê de ji me şekir nedît. Dev ji şekrokan berdin xwarinên sereke yên ji bo zarokan pêwîstin jî nedihatin dayîn. Min ji gardiyan re digot ji bo zarokan ev xwarin pêwîste lê bi tu awayî daxwazên me neanîn cih. Her tim li dijî me tevdigeriyan. Dema zarokên min digiriyan jêr digotin ‘Ji bo zarokan nan nîne’. Hîna ev di hişê zarokên min de ne.”   ‘Bibin dengê girtîgehan’    Vesîle got girtîgeh ji zarokên min re kausek mezin bû û wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Di aliyê derûnî de ji wan zirarek mezin dît. Niha di girtîgehan de bi sedan zarok dijîn û bê guman hemû ji hemû zoriyan jiyan dikin. Niha ji di girtîgehan de bin pê kirina mafan zêde ye. Divê her roj ev yek bibe rojev. Niha zarokên ku deruniya wan xirabûne yên ku pirsgirêkên wan yên tendirustiyê hene. Bi pandemiyê re jiyana wan ji di metirsiyê de ye. Hêvîdarim ku her kes ji dengê wan re bibe deng.”