ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-27 09:00:00   *Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif derberê biryar û pilanên Hikûmeta Bexdayê û Hewlerê ya ku li ser Şengalê didin meşandin wiha axivî: "Peymana ku di navbera hikûmeta Bexda û Hewlerê de hatiye kirin, ji derveyî îradeya şêniyên Şengalê ye û ev yek jî bi xwe ji derveyî qanûnê ye." DÎMEN HEYE   *Jinên ku di navenda Şîfageriya Jinê ya dermanên xwezayî de li Jinwarê dixebitin, derbarê xebatên xwe de û feydeya van dermanan ji bo jin û zarokan wiha gotin: “Şîfageriya Jin ji dîrokê heta roja me ya îro heye. Em dixwazin rêbaza tedawiya bi dermanên xwezayî bibe sîstemek di nava civakê de û em di wê baweriyê de ne ku em ê bibin bersîv ji hemû nexweşiyên ku derbasî canê mirovan dibin. Em dixwazin ku bedana hemû jinan bi dermanên me rehet bibe.” BI DÎMEN   *Dengbêj Wetha Kolanç a ku  bi stranan şewata dilê xwe tîne ziman, diyar kir ku çanda dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve diçe û got: “Em naxwazin çanda me bê tunekirin. Divê hemû kes xwedî li çanda xwe derbikeve.” DÎMEN HEYE   *Vesîle Yuksel salek û 10 mehan bi du zarokên xwe re di girtîgehê de ma. Vesîle, diyar kir ku li girtîgehan zarok di aliyê derûniyê de zirarek mezin dibînin û got: “Li girtîgehan bi sedan zarok hene û di nava zehmetiyan de dijîn, mafên zarokan tên binpêkirin. Divê ev mijar bibe rojeva raya giştî.” DÎMEN HEYE   *Sekretara nûneriya THÎV’ê Sevîm Çîçek, diyar kir ku di nava 5 salan de gelek mafên mirovan hatin binpêkirin û got: “Li Wanê milyonek 370 hezar welatî 4 sal in nikarin mafên xwe yên çalakiyê bikar bînin. Qedexe tê wateya parastina îqtîdarê.” DÎMEN HEYE   *Bi giştî di sedsala 20’an de bi taybetî jî di salên 1960’an de lêgerîn zêdetir bûn. Damezrînerên bîrdoziya sosyalîzmê, teorisyen ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêvajoyên kaos û krîzê destpêkek kirin û ev ji bo tevgerên civakî bû rastiyek. Li dijî şaristaniyê û bi taybetî jî şaristaniya kapîtalîst tevgerên civakî di nava lêhûrbûnekê de bûn. Lê belê ev jî nekarin ji pergala îqtîdar-dewlet- baviksalariyê  derbas bibin. NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ