‘Em hêvîdarin şêniyên Hesekê li gor biryara qedexeyê tevbigerin’ 2020-11-26 16:01:32   Ronîda Hacî   HESEKÊ - Endama Şaneya Kirîzê ya Bajarê Hesekê Şêrîn Saroxan, derbarê qedexeya derketinê li bajêr ji ber vîrûsa koronayê hişyarî da û wiha got: “Ji bo parastina tenduristiya hemû mirovên civakê, em hêvîdarin ku şêniyên Hesekê li gor biryara qedexeyê tevbigerin.”   Ev demeke ku Vîrûsa Koronayê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye. Ji bo parastina gel ji vê vîrûsê Rêveberiya Xweser biryara qedexeya derkatinêheya 10 Rojan îlan kir. Îro roja yekeme ku ev biryar dikeve meriyetê de. Têkildarî mijarê Endama Şaneya Kirîzê ya Bajarê Hesekê Şêrîn Saroxan, derbarê qedexeya derketinê li bajêr ji ber vîrûsa koronayê ji me re nêrîna xwe anî ziman.   ‘Vîrûsa Korona xeteriyên dijwar bi xwe re anî’   Şêrîn di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ser erkê şaneya kirîzê ji bo pêkanîna biryaran û wiha got: “Vîrûsa Koronayê li Hesekê belav bûye, ji bo wê jî me gurûpa şaneya kirîzê ava kir. Ji bo kêmkirina rêjiya belaviya vîrûsê em di nava tevgerê de ne û li kîjan derê kêmasî derbikeve em ê mûdexeleya wê bikin. Ji bo ku gel pêwistiyên xwe yên jiyanî peyda bikin, me dem diyar kirye. Gel dikare ji seat 08.00’ê serêsibê heya 11.00’an pêdiviyên xwe bikirin û bi derketina xwe ji malê pêwist e rûpoşan li xwe bikin. Vîrûsa Korona xeteriyeke pir dijwar li ser jiyana gelê herêmê bi xwe re anî.”   ‘Tevhî sazî, dibistan û bazar wê bên dezefengtekirin’   Şêrîn di dewamiya gotina xwe de bal kişand ser hemleya dezefengteya hemû sazî, dibistan û bazaran di dema qedexeyê de û wiha pê de çû: ”Tevahî saziyên Rêveberiya Xweser wê bên dezefengtekirin, herwiha dê dibistanên zarokan û bazarên giştî jî di nava hemleya dezefengteyê de bin. Komîteyên girêdayî xebatê xizmeta guzariyê wê erkê dewam bikin. Ji bo cotkaran jî me biryar derxistiya ku ew dikarin biçin nava erdên xwe û biçînin. Ji bo dermanxaneyan jî wê rojana li gor lîsteya ku me diyarkiriye nobeta  xwe bigirin. Firneyên nan wê bimînin vekirî û li gor sîstema xwe wê karê xwe bidomînin. Em ê hemû derfetên xwe bikin xizmeta gelê xwe de.”   ‘Em bi hev re tenduristiya civaka xwe biparêzin’   Şêrîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: ”Ji bo parastina tenduristiya hemû mirovên civakê, em hêvîdarin ku şêniyên Hesekê li gor biryara qedexeyê tevbigerin. Em bi hev re li dijî vîrûsa Koronayê tenduristiya civaka xwe biparêzin.”