Li Rihayê hejmara nexweşan zêde bû: Jiyana girtiyan di xetê de ye 2020-11-26 15:23:24   RIHA - Hevseroka SES'ê Eylem Salar, diyar kir ku hejmara kesên bi şewba koronayê gihîşt 600 kesî, bal kişnad se nexweşên bi şewbê ku li girtîgehê zêde dibin û got, "Jiyana girtiyan di xeterê de ye."   Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şaxa Rihayê bi boneya balê bikişîne ser vîrûsa koronayê ya li Rihayê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Şaxa SES’ê Eylem Salar di civînê de axivî û diyar kir ku di 10 rojên dawî de li Rihayê hezar û 600 kes bi şewba koronayê hene û divê pêşî lê were girtin.    Eylemê anî ziman ku sedema koronayê ku li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T belav bûye jî çûnehata personelan e û li girtîgehan û li derve jî ji ber bergiriyên kêm şewb belav dibe. Eylemê derbarê şewbê de hem ji bo derve û hem jî ji bo girtîgehan banga girtina bergîriyan kir.