Mala Êzidiyan a Helebê lihevkirinên li ser Şengalê şermezar kirin 2020-11-25 13:38:00   HELEB - Mala Êzidiyan a bajarê Helebê peymana hikûmeta Bexda û Hewlêrê li ser Şengalê bi daxuyaniyekê, şermezar kirin.   Têkildarî peymana di navbera hikûmeta Îraqê û Hewlêrê de ya li ser Şengalê ku 10 hezar leşkerên Îraqê wê derbasî Şengalê bibin, Mala Êzidiyan a bajarê Helebê daxuyaniyek da û peyman şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navanda Mala Êzidiyan a taxa Şêx Meqsûd Şerqî bi tevlibûna bi dehan endam û rêveberên Mala Êzidiyan hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Mala Êzidiyan Newroz Edo ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha bû:   “Civaka êzidî yek ji civakên herî kevnar e di Rojhilata Navîn de û xwedî dîrokeke dewlemend e. Kurdên êzidî bi salan e bi fermanên qirker re rû bi rû dimînin, lê dîsa jî dikarîbûn hebûna xwe li ser erdê xwe mayinde bikin. Fermana herî dawiyê jî ya çeteyên DAÎŞ’ê bû ku bi hezaran jin, zarok, mêrên êzdiyan têde hatin qetîlkirin û revandin. Piştî ku hêzên li Şengalê ên hikûmeta îraqê û pêşmergeyên PDK’ê civaka Şengalê di nava destê çeteyan de hiştin, îro dixwazin bibin xwediyên çarenûsa vê civakê.    Civaka êzidî êdî bi xwe dikare parastina xwe bike, hebûna xwe biparêze û nehêlin ku ferman dubara bibin. Piştî ku civaka Şengalê xwe bi rêxistin kir û şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirin hikûmeta Îraqê û Hewlêrê li hevkirinekê dikin ku êrîşî Şengalê bikin . Ev yek rê li ber komkujiyan vedike.  Armanc ji peymanê ew e ku serweriya xwe dîsa li ser vê civakê bidin ferizkirin.  Em weke Mala Êzidiyan li bajarê Helebê lihevkirinên li ser şengalê ku îradeya şêniyên Şengalê esas nagire şermezar dikin.  Her wiha em bang li civaka navnetewî, hikûmeta Îraqê û Hewlêrê dikin ku li xwe vegerin û bi rêzdarî nêzî îradeya civaka Şengalê bibin.”