ÎHD'a Amedê Rapora xwe ya derbarê tundiyê de aşkera kir 2020-11-24 13:19:54   AMED -  Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi wesîleya 25'ê Mijdarê rapora xwe ya derbarê tundiya li jinan a bajarên herêmê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê bi wesîleya 25'ê Mijdarê rapoara xwe ya derbarê tundiya li jinê ya Bajarên Herêmê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re aşera kir. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ezgî Sila Demir ve hat xwendin. Bîlançoya tundiya li jinan jî rêvebera ÎHD’ê Gurbet Yavûz xwend.   ‘Jinan bi rêya medyaya civakî dengê xwe dan bihîstin’   Ezgî destnîşan kir ku jin êdî dengê xwe bi rêya medyaya civakî didin bihîstin û got: “Wekî ku tê zanîn şewba vîrûsê her ku diçe li cîhanê belav dibe. Tevî van yekan ligel vê qeyranê tundiya li jinan û jinedîtîve hatina keda wan jî derket lutkeyê. Di demên asayî de mekanîzmayên li dijî tundiya li jinê bêbandor dimînin. Di pêvajoya pandemiyê de jî jin zêdetir bi tundiyê re rûbirû dimînin. Ji ber vê sedemê nikarîn dengê xwe bidin bihîstin. Jinên ku derfetên wan hebûn bi rêya medyaya civakî dengê xwe dan bihîstin. Lê di şert û mercên  pandemiyê de ev gelek zamet dibe û jin nikarin xwe bigihînin sazî û dezgehan.“   ‘Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê jin tên qetîl kirin’    Ezgiyê diyar kir ku ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê qetîlkirina jinan zêdetir bû û ev tişt anî ziman: “Piraniya rayedaran, di gelek bûyerên tundiyê de rewşê wek pirsgirêka malbatê ya taybet pênase dikin.  Bi vî awayî tundiya li jinê tê rewakirin. Bersûc jî ji ber polîtîkayên bêcezahişstinê ku wekî zirxê dewletê ye tên parastin. Zaynal Abarakov û Musa Orhan mînakên herî ber bi çav in. Herdû jî di ûjdanê civakê de mehkûm hatinkirin lê dema ku ji aliyê dewletê ve hatin darizandin bê ceza man. Ji ber van sedeman kesên ku êrîşî jinan dikin ji wan kesan cesaretê digirin. Ji ber ku daraz û sîyaset jinê sûcdar dike “   ‘Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berdewam bikin’   Gurbetê jî bilançoya derbarê tundî û kuştina jinan de xwend û destnîşan kir ku li herêmê 45 jin hatine qetîlkirin 33 jinan jî ji ber xwekujiyê dawî li jiyana xwe anîne. 35 jin jî bi awayek guman jiyana xwe jidest dane. Gurbet, got: “Tespîtên ku me kirine tenê ji bo herêmekê bûn. Li Tirkiyê jî rewş bêhtir xirab e. Em ê wek jinan, li her qadan li dijî tundiyê û feraseta serdest a mêr  têbikoşin. Divê dewlet ji bo pêşîlêgirtina tundiyê hemû tevdîran bigire.”