'Bi rihê 25'ê Mijdarê em ê tundiya li ser jinê biqedînin' 2020-11-23 09:04:53   Rojda Seyidxan - Viyan Berxwedan   QAMIŞLO - Rêvebera Komîteya Edaleta Jinê ya Bajarê Qamişloyê Hewriya Şemdîn di derbarê 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê a Cîhanê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Bi rihê 25'ê Mijdarê em ê tundiya li ser jinê biqedînin,heger em civakeke azad bixwazin, pêwiste em jineke azad biafirînin. "   Di 25'ê Mijdara 1960'an de 3 xwîşkên bi navê  Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok tên bîr anîn, hatin qetîlkirin. Her sê xwîşkan di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujillo li ber xwe dabûn û hatibûn qetilkirin. Ji ber vê yekê roja qetilkirina wan sê jinan  25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê hat îlankirin.Têkîldarî vê rojê Rêvebera Komîteya Edaleta Jinê ya Bajarê Qamişloyê Hewriya Şemdîn nêrîna xwebi Ajansa me re parve kir.   'Têkoşîna her sê xwîşkan îro dewam dike'   Hewriya di destpêka gotina xwe de balkişand ser 25'ê Mijdarê û wiha domand: "Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hemû komîte, sazî û dezgehên ji bo mafê jinê û edaleta civakê hatin saz kirin. Yek ji wan komîteyan jî Komîteya Edaleta Civakê bû. Ji ber di nava civakê de edalet hebe em dikarin pêşiya tundiyê bigirin. Roja 25'ê Mijdarê, rojeke cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Di wê rojê de 3 xwîşkên Mîrabel ên têkoşer hatin kuştin. Têkoşîna ku ew her sê jinan raber kirine, îro bi berxwedana jinan ev roj tê bîranîn û têkoşîna jinan li dijî tundiyê zêdetir dibe. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dijîn, bi pêkanînan Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hîn zêdetir maf û hebûna xwe diparêzin. Heger em civakeke azad bixwazin, pêwist e em jineke azad biafrînin."    'Em ê li hember zîhniyeta mêrê serdest têbikoşin'   Hewriya diyar kir ku ew bi avakirina mala jinê re parastina jinê, zarok û ciwanan dikin û wiha domand: "Em weke Mala jinê û beşa Edaletê, mafê hemû civakê diparêzin û piştgiriya hemû mirovên ku rastî tundiyê tên dikin. Avakirina Mala Jinê tê wateya parastina jinê, zarok û ciwanan. Ji bo ku em têkoşînê li hember zîhniyeta zilamê serdest bidin, pêwist e em çareseriyên mayinde bibînin. Helbet di vê xebata me de jî pir kêmasî derdikevin, lê ya girîng ew e ku piştgiriya jinê di hemû aliyan de tê kirin. Heya asteke baş me gavên xwe avêtine û jin jî bi baweriyeke mezin nêzî xebatên me dibin.”    ‘Pêwîste qanûn li gorî rastiye heyî bên pênasekirin’   Hewriyayê qanûnên Edaleta civakî û Mala Jinê bi bîr xist û wiha pê de çû: ”Mala Jinê û Edaleta Civakê weke hemû saziyên ku hatine avakirin xwedî qanûnên bingihînin. Qanûnên ku hatine sazkirin jî, di van demên dawiyê de me pêwistî dît ku hindek guhertin têde bên çêkirin. Ji bo parastina mafên jinan ji tundiya ku li ser wan tê kirin, me pêwistî dît ku qanûnên hîn hişktir di derheqê mêrê serdest de derbikevin pêş. Ji ber ku gelek mêr hene li gor qanûnên ku hatine danîn tevnagerin û tundiya xwe li ser jinê zêdetir dikin. Mînak ger jinek rastî tundiyê bê û were gilîyê hevjînê xwe bike, hevjînê wê tê û wê berdide, bê ku li çareseriyên rast bigre. Em naxwazin ku jin û mêr ji hev bên berdan , lê armanca me ew e em bighêjin çareserî û wekheviyek mayinde di navbera wan de. Ji bo mêrên ku sûc dikin bên cezakirin, pêwist e di aliyê jinê de qanûn hebin ku mafê wê jinê bi temamî binê.”     ‘Em ê bi riya perwerdeyê tokşînê li dijî tundiyê xurt bikin’   Hewriyayê bal kişand ser girîngiya perwerdeyê ji herdu zayindan re û wiha bi dawî kir: ”Ji bo rakirina hemû rengên tundiya li ser jinê di civaka me de, pêwist e em girîngiyê bidin perwerdeyê. Dema ku herdu zayen bi hev re li ser rêbazên rast bên perwerdekirin, wê demê pirsgirêk ji holê radibin, her wiha rêjeya tundiya li ser jinê jî kêm dibe. Em ê bi riya perwerdeyê têkoşîna xwe li dijî tundiya li ser jinan xurt bikin.”