TJA’yê li Hezexê atolyeya destdirêjiya li dijî zarokan li dar xist 2020-11-22 16:05:39   ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinên HDP’ê ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de û bi minasebeta 25’ê Mijdarê li dijî destdirêjiya li zarokan atoley li dar xistin, di çalakiyê de aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan axivî û got: “Di demên dawiyê de bûyerên destdirêjiyê zêde bûne. Li hember van bûyeran bêdeng nebînin. Divê em zarokên xwe biparêzin. Em ê destûrê destdirêjiyê. Zarok pêşeroja me ne.”   Tevgera Jinên Azad(TJA) û Meclîsa Jinan a  Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)  ya Şirnexê, di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de li avahiya HDP’ê ya navçeya Hezex a Şirnexê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja  Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cihanê di derbarê destdirêjiya li dijî zarokan de atolyeyê li dar xist. Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclîsa Jinên HDP’ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî bernameyê bûn. Li avahiya navçeyê pankarta “Em li Dijî Tundiya Mêr û Dewletê Serî Hildidin” hat daliqandin, jinan dovîzên “Zarok pêşeroj in, pêşerojê tarî nekin”, “Ji destdirêjiya zarokan re NA” bilind kirin. Bername piştî rêzgirtinê bi axaftina aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan ve dest pê kir.   ‘Em ê bibin dengê zarokan’   Emîne, destnîşan kir ku li Kurdistanê li dijî jinê her cûreyê tundiyê tê pêk anîn û got: “Bûyerên destdirêjî û tecawizê divê em ne ji rêzê bibînin. Tundî û tecawiz ne ji rêzê ne. Sedema zêdebûna tundî û destdirêjiyê ji ber bêdengiyê ye. Her çiqas em bêdeng bin ew qas dê ev bûyer zêde bibin. Bi taybetî jî di demên dawiyê de li Botanê bûyerên destdirêjiya li dijî zarokan zêde bûye. Li hember van bûyeran divê em bêdeng nebînin.  Divê em zarokên xwe biparêzin. Em destûrê nedin ku ser van bûyeran bê girtin. Em her tim kiryaran teşhîr bikin. Em bibin dengê zarokan. Tundiya li dijî zarokan ji aliyê civak û pergalê ve ji nedîtî ve tê. Zarok pêşeroja me ne divê em wan biparêzin.”     ‘Divê em bêdeng nemînin’   Emîne,di berdewamiyta axaftina xwe de diyar kir ku dengê jin û zarokan ji aliyê mêr û dewletê ve tê astengkirin û wiha berdewam kir: “ Heta ku deng bilind nebe ev bûyer dê zêde bibin. Berê li Botanê bûyerên destdirêjiyê tune bûn û qet nedihat bîra me ku dê hebin. Lê belê bêdengî bû sedem ku ev bûyer zêde bibin. Divê em bibin dengê zarokan û divê em fêrî wan bikin ku çawa dengê xwe derbixin. Bi taybetî jî di nav malbatan de bûyerên destdirêjiyê zêde bûne. Em ê xwedî li zarokên xwe derbikevin. Ev bûyerên destdirêjiyê dibe sedema xirapbûna derûniya zarokên me. Divê em dest bidin destên hev. Di vir de herî zêde kar dikeve li ser milên jinê. Divê jin dengê zarokan bilind bike. Em ê li her qadê li hember tundî û destdirêjiyê dengê xwe bilind bikin. Em bêdeng namînin.”   Bername, bi nîqaş û nirxandina jinan bi dawî bû.