Jinên Meclîsa Şehbayê li dijî tundiyê daxuyanî dan 2020-11-22 14:40:02   ŞEHBA - Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê re Jinên Meclîsa Kantona Şehbayê  li hember tundiya ku li jinan tê kirin, daxuyanî dan.   Jinên Meclîsa Kantona Şehbayê bi nêzbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê daxuyanî dan. Daxuyanî li pêşiya meclîsa navçeya Fafînê ya Şehbayê bi tevlîbûna endamên Meclîsa Jina Azad a Şehbayê û jinên ku cih di meclîsên de digirin hate dayin. Di daxuyaniyê de wêneyên jinên ku tundî li wan hatiye kirin, alên Meclîsa Kantona Şehbayê û Meclîsa Jina Azad hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Kantona Şehbayê Ûfê Bekir ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “ Bi minasebeta Roja Tekoşîna li dijî Tundiya li Jinan a Cîhanê ku di 25'ê Mijdarê de hatiye îlankirin, ji aliyê tevahî jinan ve bertêkên li dijî tundiyê zêde dibin. Bûyera ku di 25'ê Mijdarê de bi ser hersê xwîşkan de hat, hemû cureyên tundiya pergala baviksalar derbas dike. Hersê xwîşkan ku koletî qebûl nekirin û bûn sembolên jinên ku li dijî tundiya li jinê serî hildan.    Sîstemên desthilatdar her jin bi koletiyê re rûbirû hiştiye û bi armanca astengkirina îradeya wê hemû cureyên tundiyê jinan dikin. Tundiya li jinê tê kirin bandora neyînî li civakê dike.  Jin bi tundiya fîzîkî, piskolojîk, destdirêjî û înkarkirinê re rû dimîne.  Li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê jî tundiyeke dijwar ser jinan tê meşandin û civaka navneteweyî çavê xwe ji vê tundiyê re digre.   Em wek jinên Şehbayê soz didin ku em ê bi tevahî jinên Sûriyê re xeta berxwedanê li dijî tundiyê bidomînin û hemû rojên xwe bikin roja Tekoşîna li dijî Tundiya li Jinê tê kirin. Her wiha banga me ji rêxistinên hiqûqî û mirovî û bi taybet ji rêxistinan jin re heye ku bêdengiya xwe biqedînin û mafê jinan biparêzin.”    Daxuyanî bi dirûşma"Jin jiyana azadî","Na ji tundiya li ser jin re" bi dawî bû.