ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2020'Î 2020-11-22 09:00:00   *Dibistana Dayika Uweyş ji bo pêşxistin û fêrkirina zarokên gundê Jinwar hatiye avakirin. Mamosteyên gundê Jinwarê gotin: "Dibistana Dayika Uweyş ji bo xwendevanan cihek pîroz e. Li vir zarok hînî ziman, çand, hebûn û exlaqê dibin." BI DÎMEN   * Halîme Aras, li dijî tundiya li hemberî xwe bi salan li ber xwe da, li dijî hişmendiya malbat û civakê derket û niha jî ji bo jinên din di nava têkoşînê de ye. Halîme, destnîşan kir ku tu jin bê hêz nîne û got: "Dema ku min dest bi têkoşîna azadiya jinê kir ez hêza xwe hesiyam. Divê jin hêza xwe bibîne û li dijî tundiyê mêr serî netewîne." BI DÎMEN   *Jinên Şengalê li dijî şîdeta li hemberî jinan banga yekitiya jinan kir û got: "Divê jin ne tenê dîwarê li pêşiya xwe 4 dîwarên li dora xwe hilweşîne. Em ji fermanê rizgar bûn gelek veguhertin û guhertin pêk hatin lê feraseta li hemberî jinan hêj neguherî ye û divê em li dijî wê yekê têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN   *Cigîra Desteya Jin a Herêma Firatê Rozîn Mihemed, diyar kir ku ji ber hişmendiya civakê û polîtîkayên dewletan gelek jin bi şîdetê re rûbirû dimînin û tên qetîlkirin û got: "Em di her xebatên xwe de bang li jinan dikin bi her awayî xwe bighînên me. Her wiha divê jin tundiyê li ser xwe qebûl neke û li hemberî tundiyê xwe biparêze û têbikoşe." BI DÎMEN    * Aksû Bora diyar kir ku tevgera femînistan hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê tenê rêyekî naşopîne û got: "Heke bi hev re li hemberî dijminê esas têkoşînek bihata dayîn dê bêtir bi hêz bibûya. Mekanîzmayên îqtîdarê belawela ne, sînor ne diyar in û gelek navendên îqtîdarê hene. Ji ber vê jî tevgera me jî belawela ye û sînor ne diyarin û gelek navêndên wê hene."    *TJA dê di 25'ê Mijdarê de li Wanê meşek li dar dixe û jinan bangewaziya tevlîbûna meşê kirin û gotin: "Ji bo Îpek Er û Gulistan Dokû dakevin qadan." BI DÎMÊN   * Mecla Şehba ji bo 25'ê Mijdarê dê daxuyaniyê bide (12.00)    *Tevgera Jinên Azad (TJA) wê di çarçoveya çalekiyên 25'ê Mijdarê de li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê dê daxuyanî bide. (01.00)   *TJA û Meclisa Jinan a HDP' Şirnexê dê di çarçoveya kampanya, "Em xwe diparêzin" de li Hezexê derbarê êrîşa zayendî ya li zarokan de atolye pêk bîne.  (13.00)