Feleknas Ûca: Dê berxwedana jinan bidome 2020-11-21 17:39:22   ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca  di civîna gel a Êlihê de axivî û got: “Jin li qadan e. Têkoşîna jinan li her qadê xwe dide nîşandan. Ji bo vê yekê jî jin her tim di hedefa dewletê de ne. Jin li dijî her cûre zext û binçavkirina li ber xwe didin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê li Eywana Konferansê ya Sendîkaya Petrol-Îş’ê ya Şaxa Êlihê civîna gel li dar xist. Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Li eywanê pankart hatin daliqandin.    Feleknas Ûca di civînê de axivî û bal kişand ser êrişên li dijî Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê û got êrişên li ser van deveran nayê qebûlkirin. Feleknas hevdîtina yekîtiya neteweyî ya li Amedê pêk hat jî bi bîr xist û got dewletê bi binçavkirina 101 kesî bersiv dane çalakiya wan. Feleknas destnîşan kir ku dewlet dixwaze peyama “Heke dengê xwe dernexin, xwedî li partiya xwe dernekevin, nirxên xwe ji bîra bikin, em ê dengê xwe ji were nekin” dide û got: “Em ê qet û qet dest ji têkoşîna xwe bernedin.”    Feleknas bal kişand ser tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Êdî dema azadkirina birêz Ocalan hatiye. Ji bo bidawîkirina tecrîdê li gelek welatan gel têkoşînê dikin.”    Feleknas, 25’ê Mijdarê jî bi bîr xist û got: “Jin li qadan e. Têkoşîna jinan li her qadê xwe dide nîşandan. Ji bo vê yekê jî jin her tim di hedefa dewletê de ne. Jin li dijî her cûre zext û binçavkirina li ber xwe didin.”