‘Divê girtiya nexweş Fatma Tokmak bê berdan’ 2020-11-21 15:24:50   STENBOL - Aktîvîstên mafê mirovan di çalakiya “Rûnaştina F” de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak a ji ber koronayê tedawiya wê hatiye astengkirin û ji ber vê yekê rewşa wê nebaş dibe û xwestin were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 452’yemîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak. Parêzera Fatma Tokmak, Jiyan Tosûn jî beşdarî daxuyaniyê bû.    Endama Komîsyona Girtîgehan Nûray Şîmşek daxuyaniya vê hefteyê xwend û da zanîn ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û astengkirina mafê jiyanê û tenduristiya girtiyan jî gihîştina asta tehdîtê û ji ber vê jî mirina girtiyên nexweş zêde dibin.    Nûray anî ziman ku Fatma Tokmak di sala 1996’an de hatiye girtin û cezayê girankirî lê hatiye birîn û ji wê demê ve tevî hemû neheqiyan jî girtî ye. Şîmşek destnîşan kir ku gelek nexweşînên Fatma Tokmak hene û ji ber koronayê tedawiya wê hatiye astengkirin û ji ber vê yekê rewşa wê nebaş dibe û xwest Fatma û girtiyên nexweş demildest werin berdan.