Rewşenbîrên jin kiryarên PDK'ê şermezar kirin 2020-11-21 13:42:56   QAMIŞLO - Komeleya Jinên Rewşenbîr, Yekîtiya Jinên Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiryar û êrîşên PDK'ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin.    Bi armanca şermezar kirina êrîş û kiryarên PDK'ê yên li Herêma Federal a Kurdistanê, Komeleya Jinên Rewşenbîr, Yekîtiya Jinên Rewşenbîrên Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li parka xwendinê ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan jin, sazî û dezgehên jinan pêk hat. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em weke Gelê Kurd, ji bo ku destkeftiyên xwe li hember hemû cureyên êrîşan biparêzin li ser piyan ne. Destkeftiyên ku me bi dest xistiye, dijmin dixwaze bi rêya êrîşan gef bavêje destkeftiyên me. Dijminên kurdan dixwaze şerê navxwayî ya kurd bi kurdan re derxîne. Em li ser nave Rewşenbîrên Jin banga wicdanê kurdî dikin ku ev êrîşên li ser qadên parastina medyayê were rawestandin. Ji ber ku ya herî dawî zerarê bibîne cardin Gelê Kurd e. Divê em li hember van kiryaran bêdeng nemînin."