Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Înan pirsîn 2020-11-21 13:13:08       AMED - Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li ser hesabê xwe yê medyayê li dar xistin û aqûbeta Mehmet Înan pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 615’emîn de, ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî yê ÎHD’ê li dar xistin. Di vîdeoya hat parvekirin de, aqûbeta Mehmet Înan ê di 1994'an de li Sertê ji aliyê kesên bi çekve bi darê zorê hatibû revandin û 26 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn.    Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Hasan Yalçin ê serpêhatiya Mehmet Înan xwend, diyar kir ku Înan sala 1954’an hatiye din, bavê 7 zarokan bû û bi karkeriyê debara mala xwe dikir. Hasan, destnîşan kir ku di dala 1994’an de nava du mehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin û piştre berdidan. Hasan, bal kişand piştî cara duyemîn girtin û 10 rojan bi şûnde 28’ê Sibata 1994’an dema li nava sûka Sêrtê ji aliyê kesên bi çek ve bi darê zorê xistin wesayîtê û revandin û got: “Bavê Mehmet Înan, Alî Înan roja piştî bûyerê çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Walîtî û Fermandariya Tûgayê pirsa aqûbeta kurê xwe dike. Ji bo bav tê gotin ku kesekî wiha nehatiye destgîrkirin.”   Hasan destnîşan kir ku piştî windabûna Înan nêzî 4-5 mehan şûnde, polîs bavê Înan Alî Înan dibin Midûryeta Emniyetê ya Sêrtê, hinek wêneyan nîşanî didin, lê kesên wêneyên wan nîşan dan, Mehmet Înan nas nake. Hasan anî ziman, tevî hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê, bi tu awayî agahiyek ji Mehmet Înan nayê girtin.