Derbarê nûçeya tecawizê ya li Kercewsê biryara qedexeya weşanê 2020-11-21 12:18:50   ÊLIH - Li Kercewsa Êlihê zaroka 15 salî bi tecawizê re rûbirû ma îfade da û di çarçoveya îfadeyê de M.A jî îfade qebûl kir û îdia kir ku gelek kes di vê bûyerê de hene. Derbarê dosyayê de biryara qedexeya weşanê hat dayîn.    Rojên borî li gundekî Kercewsa Êlihê zaroka 15 salî bi giliya zikêşê çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê derket holê ku zoraka 15 salî ducanî ye û bi tecawizê re rûbirû maye. Zaroka 15 salî li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Polîsan a Êlihê derbarê M.A. û V.A de serlêdana sûc kir. Zarok ji hêla Midûriyeta Bajêr a girêdayî Wezareta Xizmetên Civakî û Xebatên Malbatê hat parastin. Hat diyarkirin ku zarok daxwaza bidawîkirina ducaniyê kiriye û xwestiye vegere cem malbata xwe.    Li gorî agahiyan, îfadeya zaroka 15 salî, li Midûriyeta Şaxa Zarokan û li dozgeriyê bi pedegogan ve hatiye girtin. Di her girtina îfadeyê de nakokî derketine holê, lê navê du kesan daye. Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Êlihê hatî kirin M.A. û V.A. hatin girtin. M.A. di îfadeya xwe de êrîşa pêk anî qebûl kir lê îdia kir ku gelek kes tecawizê li zarokê kiriye. Her wiha hêj îfadeya V.A. nehat bi destxistin. K.D. yê ku li leşkeriyê îfadeya wî hat girtin û di îfadeya xwe de sûcên ku hatî kirin qebûl nekir.    Piştî ku ajansa me nûçe çêkir, Serdozgeriya Komarê ya Êlihê du roj beriya niha dosyaya ku li Mîdyatê bû şand dozgeriya Kercewsê. Derbarê dosyayê de biryara sînordarkirinê û qedexeya weşanê da.    Hevdîtinên ku me pêk anî de, zaroka ku navê M.A. û V.A.yê daye û her wiha zaroka ku ji hêla gelek kesan ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye di nava îdiayan de ne. Derbarê bûyerê de gelek pirsên ku bên bersivandin hene. Ya herî girîng jî çima îfadeyên M.A. berçavan nayê girtin? Her wiha zaroka ku 7 meh in ducaniyê çawa ji hêla kesên derdorê ve nehatiye dîtin? Kî/kê zarok anî Şaxa Midûriyeta Zarokan? Ev pirsên girîng in û divê bên bersivandin.    Me xwest em agahî ji parêzerê zaroka 15 salî Alaatîn Şîmşek bigirin lê parêzer ji ber silametiya dosyayê nexwest agahî bide. Lê parêzer Alaatîn destnîşan kir ku heta ku faîlên rasteqîn derkevin holê dê çi ji destê van bê dê bikin.    Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakar jî diyar kir ku ji dosyayê eleqedar dibin û lê nikarin derbarê dosyayê de agahiyê bidin. Abdulhamît, da zanîn ku divê dozger derbarê dosyayê de lêkolîneke berfireh pêk bîne.