'Li dijî şîdetê em ê têkoşîna xwe bidomînin' 2020-11-21 11:17:25   MEXMÛR - Ji hêla Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ve duh bi dirûşma 'Ji qirkirin, tacîz, tecawîz û şîdetê re na, em xwe diparêzin' komcivînek hat lidarxistin. Jinan di komcivînê de bal kişandin ser rê û rêbazên têkoşînê ya li hemberî şîdetê.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji hêla Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) ve  bi minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê duh komcivînek bi dirûşma 'Ji qirkirin, tacîz, tecawîz û şîdetê re na, em xwe diparêzin' hat lidarxistin. Komxebat duh li Navenda Ciwanan pêk hat. Salon bi alên TJCM’ê û pankaratên ku “Projeya min ya nîvço mayî, zewaca di temenê biçûk de, jin û qirkirina çandî, penaberî” û her wiha wêneyên jinên têkoşer yên Kurdistanê hatibûn daliqandin.    Endama TJCM’ê Rehşan Zagros axaftina vekirinê kir û bal kişand li ser têkoşîna jinan, bi taybetî jinên ciwan ên kurd ya li hemberî hişmendiya zilamsalar û şîdeta li ser jinan. Rehşan, wiha axivî: "Roja 25’ê Mijdarê weke sembol tenê rojek e, lê em dizanin ku jin hemû rojên din bi şîdetê re rûbirû dimîne. Em ê li ser rawestandina şîdetê têkoşîna xwe bidomînin.    Endama Komîteya Têkiliyên ji Derve Leyla Arzû Îlhan ji bo komcivînê wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pêkanîna komxebatê ya ji bo 25'ê Mijdarê girîng e. Mirov dikare di wê çarçoveyê de bi rêya çandê xebatekî bi bandor birêvebibe." Leyla di dirêjiya axaftina xwe de bi berfirehî qala têkiliya di navbera jin, çand û kedê kir.   Piştî axaftinan komcivîn bi pirs û bersivan dom kir. Piştre jî nêrînên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi sînevîzyonekî hat nîşandan.    Komcivîn bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.    Helenayê ku tevlî komcivînê bû piştî komcivîn qediya nêrînê xwe ji ajansa me re parve kir û got: "Yek ji armancê ev komcivîna me ew e ku em xwe û dîroka xwe ya têkoşînê baş nasbikin. Ji ber hişmendiya baviksalarî tevahî dîroka jin berûvajî kiriye. Weke jinên ciwan em xwe li hember pêkanîna projeyên Serokatiya xwe de berpirsiyar dibînin. Di pêvajoyek wisa de ev komcivîn ji bo me gelek girîng û bi wate ye.’