Adalet Kaya: Wê astengiyên nû tundiyê zêde bikin 2020-11-21 10:15:23   WAN - Biryarên ku ji bo ewlehiya li dijî koronavîrusê (Covît -19) de hatin girtin ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin tu ewlehî nehatiye girtin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de tuniya li ser jinan a li nava malê zêde bibe û got ku ew ê mekanîzimayên ku jin xwe bikaribin bigihînin wan bikin dewrê.   Bi belavbûna vîrûsa koronayê (Covît -19) ku ji Çînê dest pê kir re li tevahiya cîhanê li dijî vê vîrusê qedexe hat ragihandin û herî zêde jinan ji vê qedexeyê zerar dît.  Li Tirkiyeyê jî bi qedexeya ku hat ragihandin re tundiya li ser jinê ya li nava malê zêde bû.  Îqtîdara ku ji bo jinan tu ewlehî negirt dijberî vê cesaret da kujeran. Piştî ku careke din vîrûs li Tirkiyeyê belav bû dîsa qedexeya nederketina ji malê tê ragihandin û ji bo jinan jî tu ewlehî nehatiye girtin.    Di meha adarê de bangewaziya 'li malê bimînin" hat kirin û tenê di nava 20 rojan de 14 jin ji ber şîdeta di nava malê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî daneyên di nava 6 mehên sala 2020’an 124 jin hatin kuştin û mirina 86 jinan jî bi guman e. Di meha îlon û cotmehê de tenê 71 jin hatin kuştin û di nav de mirina 25 jinan jî bi guman e. Li hemberî kuştina jinan tu mekanîzmayên dewletê nakevin tevgerê. Derbarê mijarê de seroka Komeleya Jinan a Rosa yê Adalet Kaya axivî.    'Cihê ku serî lê bidin tune ye'   Adalet, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bangewaziyên dewletê yên dema pandemiyê û got: "Çend dewlet bangewaziyê dike û dibêje 'li malê bimînin' vê demê şîdeta li hemberî jinê zêde dibe û me vê tiştî di pêvajoya borî de dîtibû. Di meha adarê de dema qonaxa qedexeyan dest pê kir me li malê li ser 'online' xebatên xwe da meşandin. Me amûrên ku jin xwe rihetî bighînin me ava kir. Me bangewaziyên pêwist kirin û vê demê gelek serlêdan pêk hatin. Di nava xebatên 2 mehan de tenê li Amedê 44 jin serî li saziyê dan. Ev hejmarek girîng e. Jin li malê bi şîdetê re rûbirû mane. Gelek jin ji ber şîdetê nekarine serî li cihekî bidin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de gelek sazî û dezgeh hatibûn girtin."    'Em xebatên xwe bidomînin'   Adalet, diyar kir ku niha behsa qedexeyên nû dikin û wiha axivî: "Gelek berpirsiyariyên ku nayên ber çav ji hêla jinan ve tê kirin û barê giran dikeve ser milê jinê. Di pêvajoya pandemiyê de her kes li malê dimîne û ev tişt jî dibe sedem ku jin li hemberî rol û mîsyona xwe li ber xwe bide. Dema ku rol û misyona xwe ya di nava malbatê pêk neyne bi şîdetê re rûbirû dimîne. Niha dîsa behsa qedeyan dikin wê astengiyên nû tundiyê li hemberî jinê zede bike. Lê em ê jî di vê pêvajoyê de jî xebatên xwe bidomînin. Lê ji bo ku jin zûtirin xwe bighînin mekanîzmayên parastinê em ê xebatên xwe xurtir bikin. Ji bo jinan em ê alîkariya hiqûqî û derûnî bidin. Ji bo jinên ku bi şîdetê re rûbirû dimînin em ê piştgiriya bi cih kirina stargehan pêk bînin."