Jinên êzidî: Li dijî tecrîdê bêdeng nemînin 2020-11-21 09:08:37   Viyan Seid - Evîn Zenda   ŞENGAL - Jinên Şengalê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Roj bi roj tecrîdê giran dikin û divê em li hemberî tecrîd û zilmê bêdeng nemînin."   Tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her roja ku derbas dibe girantir dibe. Biryarên nû ên wekê qedexeya telefon û hevdîtina parêzeran asta tecrîdê nîşan dide. Li hemberî tecrîdê bertek û nêrazîbûnên Kurdistaniyan zêde dibin. Jinên êzidî derbarê tecrîdê de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekirin û diyar kirin ku li dijî tecrîdê divê her kes helwestek nîşan bide.    'Roj bi roj tecrîdê giran dikin'    Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Wetha Reşo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xwedî li derketina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Roj bi roj tecrîda li ser rêberê me giran dibe. Di roja teng de Rêber Apo piştgiriya me kir. Îro jî ya pewîst ew e ku weke jinên êzidî em jî xwedî li rêberê xwe derkevin. Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin. Ji ber ku rêbertî me rizgar kir û me ji fermanê xelas kir. Fikre rêbertiyê me jî qirkirinê xelas kir. Her kesê ku xwedî bi wîjdan divê li dijî tecrîdê bertekek nîşan bide. Di fermanê de bi hezaran jin û zarokên me ketin destê çeteyên DAÎŞ'ê. Wê demê tu kes piştgiriya me nekir. Tenê şagirtên rêber Apo hatin alîkariya me. Banga min ew e ku hemû kes li hember vê tecrîde derkeve û bedeng nemînin.”    'Li hemberî tecrîd û zilmê bêdeng nemînin'   Leyla Heci, destnîşan kir ku jinên êzidî niha bi saya fikr û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em weke jin dixwazin rêbere me azad bibe. Bê rêbertî azadî nabe. Fikir û ramanên rêbertiyê li her derê cîhanê belav bûye. Îro di nav civaka êzidî de fikir û ramanê wî her diçe belav dibe. Jinên êzidî xwe li ser vê fikre perwerde dikin. Jin çawa xwe nas kir dê wisa jî dijminê xwe nas bike. Daxwaza me ya sereke ew e ku di serî de parêzer û malbat biçin hevdîtin bi rêberê me re pêk bînin. Em bi fikir û ramanên rêberê xwe hatin vê astê. Tu kes li hember tecrîd, zilm û zordariyê divê bêdeng nemîne.”   'Li dijî gel planên qirêj tê meşandin'   Nesrîn Xidir, bertek nîşanî tecrîdê da û wiha got: "Ez wekê jinek ciwan tecrîda li hemberî rêberê xwe bi tu awayî qebûl nakim. Em ciwan dê li dijî derkvin. Tecrîd her roj zêdetir tê girankirin. Her kes dizane ku dewletên serdest bi hev re li hemberî gelê me planên qirej dimeşînin. Ligel hemû planên qirej em her roj xwe bi fikir û ramanên rêbertî perwerde dikin. Tu kes nikare me û reberê me ji hevdu qut bike. Em bi fikr û ramanê rêberê xwe xwe bi rêxistin dikin. Banga min ji bo hemû ciwanên êzidî ew e ku li hember vê bedeng nemînin û çi pewîst dike divê em pêk bînin."    'Em bi fikrê Ocalan xwe û axa xwe diparêzin'   Zerê Dexil, di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda ku 22 sal in tê domandin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "22 sal in rêberê me li zindanê li ber xwe dide. Em bi fikir û ramanên wî xwe roj bi roj ji zilmê rizgar dikin. Piştî fermanê me xwe nas kir û me nasnameya xwe ya jinbûnê nas kir. Edî tu kes nikare astengiya ji bo me derxe. Em bi vî fikr û ramanê xwe û axa xwe biparezin. Em edî naxwazin tu kes parastina me bike. Em bixwe dikarin parastina xwe bikin. Êdî hezên me yên parastinê heye. YBŞ/YJŞ zarokên me parastina me dikin. Em bi fikre rêberê xwe hatin van rojan û me xwe bi rêxistin kir. Em edî zilma li hemberî xwe bi tu awayî qebûl nakin. Çawa rêbertî dixwaze jin azad be, em jî dixwazin rêberê me azad be. Ji bo azadiya rêberê xwe em ê berxwedana xwe mezin bikin."