'Tu cudahiya stargeha jinan a dewletê ji girtîgehê tune ye' 2020-11-21 09:06:53   VAN - Dîlan Ay a ku ji ber tundiyê xwe ji mêrê pêre hat zewicandin berda û ji bo stargehê li gelek bajaran geriya got, "Tu cudahî di navbera stargeh û girtîgehan de tune ye lê ji mecbûrî dimînim."    Ji ber sersariya dewletê tenê di 8 rojan de 15 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. Dewleta ku bi polîtîkayên bê cezatiyê hêzê dide mêran ji bo jinên ku têkoşîna jiyanê didin jî "stargehên jinan" nîşan dide. Jinên ku ji mecbûrî xwe li stargehan digirin gelek zahmetî dijîn û ji ber ku stargehên vala  tune ne li gelek bajaran tên gerandin. Ji van jinên ku li stargehan dimînin yek jê jî Dîlan Ay a ku li stargehê dima û ji ber ku dema mayîna wê ya li sargehê bimîne tijî bûye jê hatiye derxistin e.    'Li derve jî bimînim ez dest ji têkoşînê bernadim'   Dîlan a ku ji ber tundiya mêr piştî hat berdan li stargehên Sêrt, Amed, Muş û herî dawî jî ji bo li stargehê bê bicihkirin çû wan yek ji ji jinên ku li dijî tundiyê têkoşînê dide ye. Dîlan her her stargeha ku çûyiyê yan ji ber pirsgirêkên ku jiya ye û an jî ji ber ku bi xwe pirsgirêk hatiye dîtin her carê mecbûr maye ku ji bo li stargehê bimîne biçe bajarekî din. Dîlan got, "Ger pêwist bike ez ê her roj biçim bajarekî din, li derve bimînim lê ez ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berdewam bikim."   'Kesên jiyana min asteng dikin dîn in'   Dîlanê diyar kir ku ew di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, di serî de pirsgirêk nejiyaye lê piştre her roj bi awayê sîtematîk tundî lê hatiye kirin. Dîlan a ku dayika du zarokan e wiha berdewam kir, "Her li serê min dida, ji ber lêdanê laşê min birîn dibû, min hewl dida ku bi dermanan birînên xwe rehet bikim.  Piştî bi demekê ji ber ku dikeniyam mirovan ji min re digotin dîn e. Herî dawî bavê min ji bo dînetiya min rapor derxist. Lê ez ne dîn im, kesên ku mafên min ê jiyanê asteng dikin dîn in.  Li vê cîhanê her kes stargeheke wan heye lê ya min tune ye.  Ji ber tundiya ku li min dihat kirin û bi her tiştî dikeniyam ji min re gotin dîn e. Ji ber ku rewşa min a aborî destûrê nade ez nikarim zarokên xwe jî bînim gel xwe."   'Tu cudahiya stargehê ji girtîgehê tune ye'   Dîlanê diyar kir ku zarokên wê mêrê pê re hatibû zewicandin jê girtine, ew jî ji ber ku cihekî biçiyê nedîtiye li stargehê dîmin û wiha berdewam kir, "Peywirdarên stargehê ji me re dibêjin 'cihê hûn lê razên heye û xwarina we jî heye ji ber wê şikir bikin'. Tu cudahiya stargehan ji girtîgehan tune ye.  Dema ku mirov li wan bimîne jî herî zêde 6 meh in. Piştî ku ev dem tijî dibe kaxizekê bi me didin îmzekirin û me derdixin.  Heta tu li stargehê bî tu nikarî li tu derê bixebitî. Ger ku tu bixwzî bixebitî nahêlin ku tu li stargehê bimî.  Qet nebe divê 2 mehan destûrê bidin ku em bixebitin, pêdivyên xwe pêşwazî bikin û wiha derkevin. Lê ew jî tune ye. Ez dixwazim bixebitim lê kar tune ye. Ji bo ku li ser piyên xwe bimînim divê bixebitim."