ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'Î 2020-11-21 09:00:00   *Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, diyar kir ku divê baş bê zanîn ku di civakê de jiyaneke rast bi jinê re pêk neyê, jiyaneke manedar jî wê çênebe û got: "Divê em zanibin ku jiyana herî xweşik û manedar bi jina azad a xwedî rûmet pêkan e û bi vê zanînê divê em vegotin û çalakiyên xwe pêşde bibin." DOSYA   * Hevseroka Navçeya Qinê ya girêdayî Kantona Kobanê Suad Şêx Demîr li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê de planên qirêj tê meşandin û got:  "Banga min ji tevahî Gelê Kurd re heye ku em yekitiya xwe ava bikin. Pêwist e kurd tevahî li beramberî şerê birakujiyê helwesta xwe nîşan bide." BI DÎMEN    *Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Hedle Hesen bi mûnesebeta 25'ê Mijdarê rewşa tundiyê ya li hemberî jinê ya li Sûriyê nirxand û got: "Li herêmên dagirkirî asta tundiyê gihaşt lutkeya herî bilind û Rêjima Baasê jî bi rê û rêbazên cuda tundiya li hemberî jinê rewa dike. Em jin dikarin bi hev re hêza xwe xurtir bikin û têbikoşin." BI DÎMEN    *Dîlan Ay a ku ji ber tundiyê xwe ji mêrê pêre hat zewicandin berda û ji bo stargehê li gelek bajaran geriya got, "Tu cudahî di navbera stargeh û girtîgehan de tune ye lê ji mecbûrî dimînim."  BI DÎMEN   *Jinên Şengalê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Roj bi roj tecrîdê giran dikin û divê em li hemberî tecrîd û zilmê bêdeng nemînin." BI DÎMEN    *Biryarên ku ji bo ewlehiya li dijî koronavîrusê (Covît -19) de hatin girtin ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin tu ewlehî nehatiye girtin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê diyar kir ku wê di vê pêvajoyê de tuniya li ser jinan a li nava malê zêde bibe û got ku ew ê mekanîzimayên ku jin xwe bikaribin bigihînin wan bikin dewrê. BI DÎMEN