Ji girtiyan pereyê wergera ji kurdî dixwazin 2020-11-20 16:12:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Girtîgeha Jinan a Amdê ji jinên girtî ji bo nameyên bi kurdî pereyê wergerê dixwazin.   Li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj yeke din tê zêdekirin.  Pereyê ji bo wergera nameyên bi kurdî ku li girtîgehên din dihat xwestin niha jî li GIrtîgeha Jinan a Amedê tê xwestin. Girtiyan ragihand ku rêveberiya girtîgehê ji wan ji bo nameyên kurdî ku tên wergerkirin pereyê wergerê xwestiye.   Girtiyan biryara ku ji bo ingilîzî, fransî û elmanî nehatiye girtin û ji bo kurdî tenê hatiye girtin wekî zilm pênase kirin.