Platforma Jinan a Antalyayê ji girtiyên jin re kart şandin 2020-11-20 16:11:49   ANTALYA - Platforma Jinan a Antalyayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê daxuyanî dan û piştre jî ji girtiyên jin re kart şandin û gotin: "Em cîhanek bê şîdet dixwazin û ji ber vê jî em ê hêza xwe bikin yek."   Platforma Jinan a Antalyayê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kirin. Jinên ku li avahiya Egîtîm Sen a Antalyayê gihaştin hev bernameya xwe ya çalakiyan aşkera kirin. Li ser navê jinan Selîn Ekin Tucaroglu daxuyanî da.    Selîn, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya roja 25'ê Mijdarê û got: "Her sal 25'ê Mijdarê li tevahiya cîhanê bi çalakiyên cur bi cur tê pêşwazîkirin. Jin li dijî şîdeta dewlet-mêr ala xwe ya serhildanê digirin û dengê xwe dikin yek. Li derve vîrûs û li malê jî şîdet zêde dibe. Em ê wekî Xwişkên Mirabalan li dijî dîktatoriya Komara Domînîkê bê navber û bê tirs têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku li cîhanê wekheviya di navbera jin û mêran pêk bê em ê têbikoşin. Em cîhanek bê şîdet dixwazin û ji ber vê jî em ê hêza xwe bikin yek û wekhevî û azadiyê bi hev re pêk bînin."   Selîn, diyar kir ku dê di 25'ê Mijdarê saet 19.00’an de li ber Peykerê Attolosê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    Jinan piştî daxuyaniyê bi hev re çûn Postaxaneya Gulluk a Antalyayê girtiyên jin re kart şandin.