Dayikan laçikên xwe avêtin erdê: Divê yekitiya neteweyî pêk bê 2020-11-20 15:51:44   ÊLIH - Dayikên Aştiyê li hemberî geşedanên Herêma Federal a Kurdistanê û nêzikatiya PDK'ê daxuyaniyek dan. Dayikan laçikên xwe avêtin erde û daxwaza yekitiya neteweyî kirin.    Endamê Înîsayatîfa Dayikên Aştiyê ya Êlih û Sêrtê, têkildarî hewldanên provakatîf ên Herêma Federal a Kurdistanê li ber Navenda Kar a Nasiroglû ya li Êlihê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî û gelek HDP’î jî tevlî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê dayikan endama Înîsiyatîfê Muhlîse Hinar axivî û diyar kir ku ji bo pêşîgirtina komkujiyan çi ji destê kurdan bê divê bikin û wiha got: “Em komkujiya birakujiyê naxwazin. Kesên hinek wijdanê wan heye vê tiştî naxwazin. Kesê ji xwe re dibêjin mirov divê yekitî û aştiyê bixwazin.”    Hinar, bi gotina “Êdî bes e, bila yekitiya neteweyî çêbibe” axaftina xwe domand û ji bo rawestandina xwînê ev bang li ciwanan kir: “Bi rûniştina li ser meseyê lihevkirin dibe. Ki dibe bila bibe divê pêşî li aştiyeke bi rûmet veke. Em mirina ciwanan naxwazin. Êdî bes e. Rondik di çavên dayikan de neman. Çareserî li ser mesê ye. Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin bi avê tê paqijkirin.”   Piştî daxuyaniyê dayikan bi tilîliyan laçikên xwe avêtin erdê daxwaza yekitiya neteweyî kirin.