Li Mêrdînê jin çûn serdana gundan 2020-11-20 15:49:11   MÊRDÎN - Li Mêrdînê jin di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de çûn serdana gundan.    Li Mêrdînê Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê li du navçeyan çûn serdana gundan.    Jin li Qoserê li gel parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar çûn serdana gundê Xursa Navê û li wê zarokan bi gulan jin pêşwazî kirin.  Jinên ku li gund belavokên bi dirûşma "Em xwe diparêzin" belav kirin li gund mal bi mal geriyan û bi jinan re sohbet kirin. Jinan TJA'yî bi coşeke mezin pêşwazî kirin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin.   Heyetke din a TJA'yê û Meclisa Jinan a HDP'ê jî li gundê Abar ê Artukluya Mêrdînê çûn serdana jinan û belavok li jinan belav kirin.  Jinan li gund belavokên "Em xwe diparêzin" belav kirin.