Jinên kurd ên li Belçîkayê di 25'ê Mijdarê de dê dakevin qadan 2020-11-20 11:07:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê bernameya çalakiyan a ji bo 25'ê Mijdarê aşkere kir û got: "Bi daketina qadan dikarin faşîzmê têk bibin û her wiha ji bo serketina jinên azad divê jin dakevin qadan."    Jin amadekariya 25'ê Mijdarê dikin û dê di 25'ê Mijdarê de dakevin qadan. Yekîtiya Jinên Kurd a li Belçîkayê (YJK-B) têkildarî çalakiyên ku wê 25'ê Mijdarê li dar bixe, daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi her cureyan êrişê jinan dikin û gotin: "Di demeke wiha de li hemberî gel û jinan êriş tên kirin, Tevgera Jinên Kurd dîrokê dinivîsîne ku li Kurdistanê û her devera cîhanê bûye mînak ji tevgerên jinan re. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û çeteyên wî bi salan li pêş çavên cîhanê jin qetil kir. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin. Ji bo hesab ji Erdogan bipirsin jin wê dakevin qadan. Em jî bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Belçîkayê, radigihînin ku em ê bi rengekî çalak tevlî kampanya '100 sedemên ji bo darizandina dîktator' bibin ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hat destpêkirin bibin.   Jin bi daketina qadan dikarin faşîzmê têk bibin û li qadên têkoşînê dikarin azad bibin. Ji bo darizandina Erdogan, ji bo serketina jinên azad divê jin dakevin qadan. Bi navê YJK-B em ê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna dijî Tundiya li Jinê her roj çalakiyan li dar bixin."   Li ser bernameya çalakiyan a 25'ê Mijdarê ya li Belçîkayê ev agahî hatin dayin:   * 22'yê Mijdarê, Saet 12:30, Bruksel, Gare Centrale-Mîtîng   * 22'yê Mijdarê, Saet 12.30, Liege, Place Saint Lambert-Mîtîng   * 24'ê Mijdarê, panela onlîne ya bi mijara 'Analîzkirina tundiya li jinê û birêxistinkirina berxwedanê'   * 28'ê Mijdarê, Saet 14:00, Anvers, Gare Centrale-Mîtîng