Îro li Mexmûrê bi wesîleya 25’ê Mijdarê komcivînek tê lidarxistin 2020-11-20 10:53:23   MEXMÛR - Îro ji hêla Meclîsa Îştar û Jinên Ciwan ên Mexmûrê ve bi dirûşma 'Ji qirkirin, tacîz, tecawîz û şîdetê re na, em xwe diparêzin' komcivînek tê lidarxistin."    Ji hêla Meclîsa Îştar û Jinên Ciwan ên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi minasebata 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê îro komcivînek bi dirûşma 'Ji qirkirin, tacîz, tecawîz û şîdetê re na, em xwe diparêzin' tê lidarxistin. Derbarê komcivînê de endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek axivî.    Gurbet, diyar kir ku tevahî saziyên Mexmûrê tevlî komcivînê bibin û got: "Em armanc dikin ku hemû jinên ciwan tevlî komcivînê bibin. Em dixwazin jin li vir nêrînên xwe bînin ziman. Ji bo komxebata me dewlemend derbas bibe derveyî jî berşdarbûn pêk bê. Em ê li ser mijarên cuda nîqaşên berfireh pêk bînin. Bi taybetî mijara zewaca di temenê bicûk de jî dê bê nirxadin. Em armanc dikin ku pirsgirêkên ku derdikevin pêşiya me çareser bikin. Bi taybetî li dijî qirkirin û dagirkeriyê rêya çareseriyê bibînin. Her wiha komcivîna me bi dirûşma 'Ji qirkirin, tacîz, tecawîz û şîdetê re na, em xwe diparêzin' pêk tê."