'Polîtîkayên qirêj li hember zarokan tên meşandin' 2020-11-20 09:06:45   Rojda Seyidxan- Viyan Berxwedan   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Komîteya Zarokan a Qada Civakî, Culiya Xelo Roja Mafê Zarokan a Cîhanê li hemû zarokan pîroz kir û got: "Ez vê rojê li tevahî zarokan û bi taybet li zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Zarok pêşeroja civakê ye û ji bo wan divê mirov cîhanê li ber wan raxîne."   Di 20'ê Mijdara 1989’an ji aliyê 191 dewletên cîhanî ve ev roj weke Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hate îlankirin. Ev roj li tevahî cîhanê ji aliyê zarokan ve tê pîrozkirin, lê belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zarok di nava şer de dijîn û ji mafê xwe yê zaroktîyê dûr in. Dewleta tirk êrîşên xwe yên bê navber li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dixe û di nava vî şerî de jî zarok para xwe digirin.Girêdayî vê mijarê Endama Rêveberiya Komîteya Zarokan a Qada Civakî Culiya Xelo nêrîna xwe parve kir.    'Zarokên li Rojava bi hemû cureyên êrîşan re rû bi rû dimînin'   Culiya di destpêka gotina xwe de ev roj li tevahî zarokan pîroz kir û got: "Di sala 1989'an de 20'ê Mijdarê weke Roja Mafê Zarokan a Cîhanê hate îlankirin û di vê rojê de mafê zarokan tên parastin. Ez di destpêkê de vê rojê li tevahî zarokan û bi taybet zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Di şerê 9 salan de zarokên vê axê hemû cureyên şer li ber çavên wan derbas bû. Bi taybet di êrîşên dewleta tirk de gelek zarok hatin qetilkirin û gelek ji wan hatin koçberkirin û niha di kampan de bi zehmetî dijîn. Ev zarokan cihê ku biçin dibistanê, li kolanan ji bo debara mala xwe barê herî giran radikin. Ji bo wê mafê her zarokê ye ku li ser axa xwe bi aramî bijî û bixwîne."   'Polîtîkayên qirêj li hember zarokan tên meşandin'   Culîya kiryarên dewleta tirk ên li ser zarokên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê dide meşandin nirxand û wiha domand: "Di destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê heta roja îro êrîşên dewleta tirk bê navber didome. Di hemû êrîşan de yên ku herî zêde para xwe ji van êrîşan girt jin û zarok bûn. Her wiha cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin, polîtikayek qirêj li hember zarokan tê meşandin û bi dara zorê zarokan hînî çanda xwe dikin û derbasî dibistanên tirkî dikin. Di nava zagonên navneteweyî de heye ku zarok bi zimanê xwe bixwîne û jiyanek bi aram bijî.  Her wiha nabe ku zarok rastî tundiyê werin, lê belê dewleta tirk îro li Efrîn û Serêkaniyê li ber çavên tevahî cîhanê zarokan qetil dike. "   'Li kampa Waşûkanî ji bo zarokan Parka Mihemed hate ava kirin'   Culiya di dirêjahiya gotina xwe de behsa çalakiyên ku ew ji bo zarokan li dar dixînin anî ziman: "Zarok pêşeroja civakê ye û ji bo wan divê mirov cîhanê li ber wan raxîne. Îro zarokên Rojavayê Kurdistanê ji temenên xwe zêdetir tişt dîtin û bi kiryar, qetlîam û koçberiyê re rû bi rû man. Ji bo ku em zarokên xwe ji derûniya şer xilas bikin, li kampa Waşûkanî ji bo zarokan me parkek ava kir. Navê parkê jî Mihemed e ku di şerê 9'ê Cotmehê de li Serêkaniyê ji ber çekên kimyasal ya fosforê spî laşê wî şewitî. Ji bo ku zarokên me kêyfxweşî bijîn, em dem bi dem çalakiyên wiha li dar dixînin.     'Mafê tu kesî nîne ku bi jiyan û pêşeroja zarokan bileyîze'   Culiye herî dawî banga saziyên ku mafê zarokan diparêzin kir û wiha bi dawî kir: "Em weke Komîteya Zarokan herdem derbasî kampan dibin û rewşa zarokan dişopînin. Cihê ku zarokên me bi listokên zaroktiyê bileyîzin, berovajî wê listokên şer dileyîzin. Mafê tu kesî nîne ku bi jiyan û pêşeroja zarokan bileyîze. Em ê her hewil bidin bi zarokan re eleqeder bibin û derûniya wan zarokan baş bikin. Her wiha em ê herdem zarokên xwe li ser rastiya çanda wan perwerde bikin û çalakiyên kêyfxweşî li dar bixînin. Banga min ji saziyên ku mafê zarokan diparêzin heye ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî zarokan bidin rawestandin, alîkarî û pêwistiyên zarokên koçber bînin cih. "